Gelo wê di qulika reş de bê girtin?

Her ku diçe cîh li Beşarko jî teng dibe û xuyaye wê aqûbeta wî jî bibe wek aqûbeta Saddam, Mubarek û xalê me Qeddafî. Helbet heta ji Tirkan bê wê bixwazin ku Beşarko hinek reformên piçûk pêk bîne da ku ew ji ser hikim neçe û cîh li Kurdên Sûrîyê firehtir nebe. Çûna malbata Esed tê wateya serketina Kurdan û îhtîmala herî mezin ku Kurdên Sûrî jî wek Kurdên başûr federasyonê bi dest xin. Tiştê ku herî zêde Tirkan ditirsîne û dibe sebeba tirre tirra qûna wan ev tirs e.

Şevê din min xewnek ecêb dît.

Min didît Beşarko ji ber mixalifan direvîya, derpî jê dişemitî û tena derpîkê kinik xwe di qulikek reş de vedişart. Mixalifên wî û Amerîkî dora wê qulika reş dgirtin, agirek qerase li devê derîyê wê qulika reş pêdixistin û dû û dixana êgir berdidan wê qulikê.  Piştî çend deqîqan, kuxekux bi Beşarko diket, dengê tirrên wî wek dengê topa heyva remezanê gurmînî ji wan dihat û Beşarko destmalek spî di qulikê re li ba dikir, teslîm dibû.

Ez serê we neêşînim, heke xêr be ez bawerim wê xewna min bicire (bi cîh bê). Na heke ne xêr be, wê Beşarko û malbata xwe çend meh û salên din jî têra xwe li me siwarên û hûn sax…

Qamişlo

About The Author