Şoreşa Îlonê hişyarîya netewî bilind kir

Giringe em dîrokê mîna neynikekê bi kar bînîn da berê xwe bideyn paş û rewşa xwe ya niho bibînîn, ji bo karê pêşerojê mifay jê werbigrin. Her xebata ku Kurdan kiribe bêgoman ji dayîkbûna rewşa taybetî ya wextê xwe bûye û ji ber hindê giringe ev rastî li bîra me be.

Bi dîtina min çend xalên giring hene ku bi şoreşa Îlonê ve taybetmend in:

1.       Şoreşek sertaserî  ji bo li başurê Kurdistanê  ku, hemi tex û çînên civatê tê da beşdar bûn.
2.       Kurd ji parçêyên din yên Kurdistanê beşdar bûn û mohrek neteweyî baş bi şoreşê ve diyar bû.
3.       Serokê wê Mistefa Barzanî serokek mînak û karîzmayek xwe ya taybet hebû, wek lîder ku cihê rêza milletê Kurd bû.
4.       Di hemi wextê şoreşê da  deverên azadkirî  hebûn.
5.       Şoreşê dezgehên xwe yên xweser hebûn ku li deverên di bin desthilata şoreşê de otonomîyek di praktîkê da piyade dikir.
6.       Dezgehên wê yên desthilatdarîyê hebûn wek meclisa yasayî, meclisa birêvebirinê. Di saya şoreşê da sîstemekê xwendinê ya sertaserî li deverên di bin kontrola Kurdan da hebû.
7.       Sîstemek dadwerîyê hebû ji bo çareserkirina kêşeyên yasayî.
8.       Tevî hindê ku wê demê cîhanek du serî hebû jî, lê peywendiyên şoreşê digel dewletên derve hebûn.
9.       Bi riya KSSE (Komela Xwendekanên Kurd li Ewropa) ji bo şoresa Kurdistanê gelek dost peyda bûn.
10.    Serokatiya şoreşê bi xebatek jîr karî ji bo cara wekem manîfêsta 11ê Adarê ya sala 1970 digel hikumeta Bexda îmza bike û hikûmeta wê demê ya Îraqê neçar bike ku îtîrafê bi mafên otonomî bike. Evê rêkeftinnameyê bingehek dîrokî jib o statuya başurê Kurdistanê danî.
11. Yek ji sîfatên bilind yên Barzanîyê nemir wek serokê şoreşê  ew bû ku serokatîya Îraqê mecbûr dikir ew bihên Kurdistanê û danustandinan bikin.
12.   Di saya wan 4 salên desthelatdarîya otonomîyê (1970-1974) de, ziman û literatura Kurdî bizavek berçav dît û gelek pêşkeft.
13.   Berî şoreşa Îlonê Kurd bi zehmet dihatin niyasîn. Şoreşa Îlonê pêngavek mezin di nasandina miletê Kurd da avêt. Tirsa ku rijêmên Kurdistan dagîrkirî xistibu nav Kurdan bi rengek berfireh hate şikandin.
14.   Hişyarîya neteweyî bilind bû.
15.   Netewên din jî ku li gel Kurdan dijîn, di şoreşê de beşdar bûn û vê beşdarîyê sîmbolîzmek taybet bixwe hebû.
16.   Diruşmê demokrasî bo Îraqê bi fermî hat bilind kirin û ev rastî hat xuyakirin ku bêyî demokrasîyê mafên Kurdistanîyan jî nahêne standin.
 
Wextê hindê hatiye em  şoreşa Îlonê ji hemi aliyan ve dokumênt bikin û ev kare bibe karê fakultêtên dîrokî, ji bo hindê hemi aliyên şoreşa Îlonê wê şoreşên din bêxin ber dest .

Mixabin heta nuke jî wextê em behsa dîroka xwe dikin, ji ber nebûna  berhemên xomalî
em pêtir bawerîyê bi çavkanîyên biyanîyan didin. Şoreşek zanistî  di hemi waran da pêwîste, nemaze di pirsa dokumêntkirna soreşên Kurdistanê da.

Taha Berwarî

Rojeva Kurd

About The Author