Bi xêr û selamet serê salê por û simbêl reş dibin

Di serî de xwedê mala wan bibe mîratê yên ku Îboyê me kirin nîv insan û ew ji xwarina îsot û lehmecûnan mehrûm hiştin.

Piştî ku berî 7 mehan lotikvanê Ruhayî Îbo Acises hat brîndar kirin û fîşeka keleşkofê qoqê serê wî parçe kir, rebeno ji alîyê çepê ve felc bû û di navbera nexweşxaneyên Almanya û Tirkiyê de diçe û tê. Dibêjin Îboyê me li ber felcbûna xwe nakeve, lê li ber por û simbêlê sipî dikeve. Ew Îboyê por reş û simbêlqeytanî, îro bûye wek kalekî jihevdeketî û rebeno bi gopalan virde wêde serê xwe dihejîne.

Axir…

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin Îbo bi 750 hezar lîreyî bi kanalek televizyonê re li hev kiriye û ewê serê salê wek qeraseyekî zilaman derkeve ser dikê pêşberî hezkirîyên xwe. Herweha wê Îboyê me albûmek nuh û taze jî biweşîne û wê milyonek dolar ji bo albûma xwe têxe bêrîka xwe.

Ez serê we neêşînim, Îbo bi taybet bi rêya Lotikxanê mizgînîya xêrê da hezkirîyên xwe û got „Bi qewlê xwedê û qiweta Lotikxanê ezê tirrê ji meselê berdim û ezê wek dem û dewranên berê por û simbêlan bikim qetrana reş“ û ji niha ve amadekarîya serê salê dike.

Îbo bi taybet silavên xwe ji lotikvanên Demokratîk Lotikxane Partîsî re şandin û soz da ku berî mirinekê ew serdana dîwanxana me bike û lehmecûna bi me re bixwe..

Stenbol

About The Author