Sê cara wê maç da min

Hulya Avşar:  Me li gel Ciwan Haco diwêt çêkir û di pêş de emê kilîpê jî çêkin û piştre emê wî karê din jî bikin

Hunermenda, nermik û gelek gelek germik Hulya Avşar, ya bi nijada xwe nizanim ne Kurd e ne Turk e, bi hunermend Ciwan Haco re sitranek diwêt çêkirine.

Berferehiya agahiyan hîna ji peyamnêr Lotiknasê Lotikxanê ne gihiştine destê me. Lê tê texmîn kirin, wê Ciwan Haco û Gulgulî Avşar sitrana Sê caran wê maç da min bi hevre diwêt bêjin.

Herweha li hev kirine ku di demên pêş de wê diwêta Çar caran wê maç da min û pênc caran wê maç da min jî bikin klîp.

Hat ragihandin ku hevpeymana du qolî wê heta sala 2020 di navbera Avşar û Haco de berdewam bike, tê texmîn kirin ku bi biryar in heta klîpa 100 caran wê maç da min bi hevre çêbikin. Di vê derbarê de, hunerzanê Lotixanê lêkolîn kir û gihişte hinek encaman:

–         Heta dawiya vê hevpeymanê, yanî heta klîpa hijmara 100 caran wê maç da min, dibe ku pêncî salên din jî dirêj bike.

–         Klîpên dawî, ji ber ku hijmara maçan tê de gelek in, dibe ku wek fîlmekî dirêj bibe.

–         Wekî din li gorî zanînên Lotiklojiyê, ji aliyê ji hevdubandorbûna biyolojîk ve, her yek ji wan wê 33 sal temenê wan  kêm bibe (yanî wê gênc bibin).

Di vê bûyera diwêta Gulgulî Avşar û Gênco Haco de, li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm, sê maç û çendîn bermaç qewimîne û hîna goman heye ku rêjeya van birînên maç û bermaçan zêde bibe.

Ji aliyekî din ve Lotikleaksê, malpera istixbaratî ya girêdayî Lotikxanê, belgeyên hevdîtinên nehînî yên di navbera herdu aliyan de weşan kirine, ku di demên bûrî de Ciwan Haco li Qiz Kulesî hevdîtin li gel Hulya Avşar pêk anîne. Sîxurên Lotikleaksê diyar dikin ku ew hevdîtin ne asayî bûn û Gênco Haco ji bo ku hevdîtinek lotikvanî bi Hulya re pêk bînê, bi rojan bi çendîn xefik û davik jê re vedidan û wek nêçîrvanekî ketibû kozikê. Di dawî de kewa germik û gelek nermik dikeve davika ku Ciwan li Qiz Kulesî danîbû. Li gor gotinên gotinbêjan, li wir nêçîr di destê nêçîrvan de gelekî dike tep û rep û xwe bi nermijandinekê ji davikê derdixe.

Lê vê carê Gênco soza sê telaq û nîv li xwe daye ku kewa beravî ji destê xwe bernede, Gênco bi serê kopalê mala Haco sûnd xwariye ku vê carê Hulya Germik kewa qebqebî deyne ser doşeka savarê û di êvara çêkirina klîpa sitrana sê sê ya diwêtê de bike şîv û paşîv.

 

About The Author