TOPA SULHÊ TEQÎYA

Ev bûn sê-çar meh in BDP yî bi heceta hilbijartinan, neçûna meclisê û sûndnexwarinê gelên Kurdistanê mijûl dike û her roj dibe sedemê kuştin, meş, girtin, nevekirina dikanan, tedaî, bêkarî, belengazî, birçîbûn, îflasa esnafan, bêaramî, neçûna mizgeftan û hwd.

Dema hinek Kurdperweran bigota: „Bavê min, madem hûn naçin meclisê, hûn ji bo çi ketin hilbijartinan, ji bo çi hûn bûn sedemê hinde nexweşîyan?“ wan digot: “ Kesên van tiştan dibêjin bêşeref in, hevalê AKP ne û xayîn in….Hûn neşên di derbarê partîya me de baxivin, yê dev bavêje partîya me, emê ziman, yê tilîya xwe dirêj bike jî emê destê wî jêkin.”

Lê wan ev gotinên xwe ji bîr kirin, li xwe mukir hatin û kesên hevalên AKP ê û dewletê bi sûndxwarina di meclîsê de aşkera kirin.

Van kirinan ev serpêhatîya dema şerê Qorayê anî bîra min.

De keremkin û binerin ka li hev tên an’ na.

Mela roja înê li mizgftê wehzan dide û dibêje:

-Kî êvara înê, bi jina xwe re razê, wek wî kafirek kuştibe xêran dike.

Li ser vê şîreta mele  şevên înan zilamên gund, ji bo kafir kuştinê dikevin berberîyê.

Jinên gund di destên mêrên xwe de dikevin helakê, dawîyê biryara xwe didin ku biçin rewşê ji  jina mele re bibêjin.                                                                                                                      

 Welhasil, diçin rewşê ji jina mele re dibêjin û wê ikna dikin ku çareserîyekê ji kuştina kafiran re bibînin.                                                  

Jina mele soz dide wan ku wê pirsgirêka wan çareser bike.

Êvara înê mele dixwaze razê, jina wî jê dipirse: „Bira te gotîye kî şeva înê bi jina xwe re razê  wek kafirek kuştibe jê re xêr tên nivîsîn?“

Mele dibê erê.

Jinik  ji mele re dibê:

-De were em kafirekî bikujin.

 Kafirekî dikujin, jinik dibê yekî din, heta spêdê nahêle mele razê û kafiran pê dide kuştin. Êdî wusa dibe taqet di mela de namîne. Bi zorketinê dibe tirrrrêna qûna wî û tirekê dike. Jina wî dibê :

-Ew çibû?

Mele dibê:

-Topa sulhê teqîya, di navbera kafiran û  misilmanan de aşitî çêbû û şer rawesta. Êdî kuştina kafiran gunehe.

 

About The Author