Nêçîrê me rê pêş wan dike, lê dîsa jî biaqil nabin

Nizanim ne Tirk naxwazin pirsa Kurd çareser bibe, ne PKK. Lê di holê re pirsek heye û zû yan dereng, divê ev pirsa qerase bê çareserkirin.

Dewleta Tirk di her wesîle û fersendê de dixwaze Kurdên bakur û başûr, PDK û PKK bîne himberî hev û wan bi hev bide kujtin, şerê brakujî bide destpêkirin.

Helbet Kurd jî di zanebûna dek û dolabên dewleta Tirko de ne, êdî hînî lîztikên torinên Osmanîyan bûne. Heta ji wan tê nayên lîztika wan û xwe ji şerê brakujî dûr dixin. Bi taybet rêvebirên PDK û malbata Barzanî.

Piştî kujtina 26 eskerên qûnbicilik û bilindbûna zixt û tansiyonê, kek Nêçîrvan Barzanî hat Tirkiyê û bi girgirekên dewletê re hevdîtin kirin.

Li gora gotinên gotinbêjan, girgirekên dewleta Tirko dîsa heman çîrok gotine û xwestine ku pêşmerge jî tev li şerê li dijî PKK bibe û barê dewleta Tirko sivik bike.  Lê Nêçîrê me di dilê xwe de keniyaye û gotiye “Hehey, hûnê me bînin lîztikê ha” û henekê xwe bi girgirekên dewletê kiriye,

Li gora saloxdanan, dibêjin Nêçîrê me dîsa wek berê rêya aştî û çareserkirina pirsa Kurd pêş wan kiriye û gotiye: “Binerin oxlim, çareserî li cem PKK û Ocalan e. Heke hûn dixwazin bi rehetî li ser livîna jinên xwe razên û xewnên xirab nebînin, wek mirovan bi PKK û Ocalan re rûnin û meselê safî bikin, xwe ji vê toqa naletê rizgar bikin cîgerim” û aqil daye wan.

Ez serê xwe, we û kek Nêçîr neêşînim, girgirekên dewletê dîtine ku Nêçîrê me nayê lîztika wan û tu soz û peymanan ji devê wî nagrin, xwêsîya wan di qirika wan de ziwa bûye û pişta stuyê xwe xurandine.

Werhasilî kelam, Nêçîrvan Barzanî rêya aştî û çareserîyê danî ber Tirkan. Îcar ew bi ya kek Nêçîr dikin yan nakin, ji xirrê xalê min Sofî Xelef ve û hûn sax…

Swêd

About The Author