Xaltîka Fatê jî li TRT6 ê konê xwe danî

Li ser bextê fitne û fesadên televizyona TRT6 ê be, dibêjin wê xaltîka me Fatê di TRT6 ê de dest bi lotikên bernameyekê bike û daw û delingên xwe...

Li ser bextê fitne û fesadên televizyona TRT6 ê be, dibêjin wê xaltîka me Fatê di TRT6 ê de dest bi lotikên bernameyekê bike û daw û delingên xwe hilgive. Li gora sîxurên me yên di nava TRT6 ê de dibêjin, wê xaltîka me Fatê bernameyek du seetî pêşkêş bike û di bernameyê de li ser mijarên cuda raweste.

Lê ya balkêş û xweş çiye hûn zanin?

Dibêjin xaltîka me Fatê li ser pêşniyaza siyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay konê xwe li TRT6ê vedaye.

Siphan allaaaaaa û la îlahe îlallah!

Ez dibêjim pare û sermaya Kurd1 ê nemaye û xalê me Kendal Nezan hew karîbû mesrefa xaltîka me Fatê bide, ji ber wê Fata me çûye TRT6 ê we go çi?

Axir, çûna xaltîka me Fatê li ser xêrê be rebbî. Çawa be xalê me Kemal Bûrkay li pişta wê ye. Ma kesên ku xalên wî /wê li Enqerê û Stenbolê tunebin, karin bi rehetî di TRT6 ê de nan bixwin canim!

Ax xalo ax….

Xalekî me jî hebûya, belkî me jî çend qirûşên TRT6 ê bixista zikê xwe yaw…

Stenbol

Categories
QuncikXaltîka Fatê
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xaltîka Fatê û paspasçî

    Hevala Fatê.. Ez saxî û selametîya te dixwazim û herdu lêvên ta maç dikim.  Wextekî ez serokekî meşhûr bûm, bi qedr û qîmet, bi rêz û rûmet bûm. Destekî...
  • Xeyalek û tirek

    Ji şivantiyê û derdê gundiyan têra xwe hêrs bibû. Hate malê û di ber xwe de jî qise dikir: –Bes e! Şivantî ne karê min e. Hinek dibin sixye,...
  • Xaltîka Fatê û porê başûrîyan

    Xanima delal Fatê, ez nivîsên te dişopînim û şîretên te wek morîka xewê dixim guhê xwe. Min dixwest ez tiştekî bi te bişêwirim. Ez bala xwe didimê çend kadir...
  • KOMA CINAN

    Bavê Welat Rojekê mirovekî bi milik rastî koma Cinan tê. Mirovê bi milik, wa mêze dike ku hemû Cin ketine nava şahiyekê û govend û dilan girtine. Di dîlanê...