Hevwelatiyên xweştiviyên Kurdistanê, hevalên ezîz, ev dema we baş
Mixabin, careke din alozî û têkdan, dûr ji hemû qanûn û yasayan li hindek deverên herêma Kurdistanê çê bûn ku vê yekê jî em gelek dilgiran kirin. Vê carê dûr ji peyrewê ol, kultur û rewiştên civakî çend kesekan dixwest diyardeya têkdan, şewitandin û wêrankirinê bîne Kurdistanê. Bê guman ev jî diyardeyek xerîbe bo xelkê Kurdistanê. Em hertim şanaziyê bi wê yekê dikin ku, gelê me kultura hevqebûlkirinê peyrew dike û di dirêjahiya dîrokê de her wesa bûye. Ji ber hindê ji bo vê diyardeya xerîb tu hêcet nînin.
Nabe û nayê qebûlkirin ku cudahiya olî û bîrûbaweriyên siyasî, civakî û kulturî ji bo encamdana şidetê bibin fakterek. Em wek aliyekî sereke di desthilata herêma Kurdistanê de, di demekê de ku em hewla pêkanîna aramî û asayîşa herêma Kurdistanê didin ji egerê tirsnakên derve, di vê demê de em dibînin li nav xwe xerîke kulturek nû serî hilde ku digel buhayên tu civakek pêşkeftinxwaz nagince.
Ew alozî di demekê de çêbûn ku em dibînin guhertinên mezin li tevaya heremê bi rêve ne û tê çaverêkirin ku Kurdên parçeyên din jî bigihîjin mafên xwe. Ji ber hindê, bi dîtina me, pêwîste di vê qonaxa hesas de derî ji bo milmilaneyên bi vî awayî venekin û berjewendiyên bala yên gelê me li bar çavan bigirin, ew jî bi parastina yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê dibe.
Herêma Kurdistanê di pêşveçûnên berdewam û lezgîn de ye, digel pêşveçûnan diyardeyên nû jî serî hildidin, hevwelatiyên Kurdistanê, yan jî partî û aliyên siyasî divê maf, azadî û azadiya kesî li ber çavan bigirin ku ji bo hemûyan hatine misogerkirin. Eger na, em dikarin bi rêya qanûn û parlamentoya Kurdistanê gilî bikin û dîtin û hizrên xwe berçav bikin, ne bi rêya mînberên mizgeftan ji bo diyardeyên têkdanê teşwîqa xelkê bikin. Ji ber hindê, ka çawa di hemû qonaxan de mamosteyên birêz yên olî xwedî helwest bûn û rastî gihandiye cemawerê, îro jî divê bi heman awayî hest bi berpirsiyariya olî, netewî û civakî bikin û peyama aşitî, yekrêzî û pêkvejiyanê bigehînin.
Di bûyerên vê dawî de, li Zaxo û hindik deverên din, bi awayekî ne adil êrîş kirin ser milk û malê birayên me yên mesîhî û êzidî û gelek ziyan û zerer gihandiye hotêl û cîyên din yê tûrîstî ku ev diyarde cîyê nerehetî û dilgiraniyê ye. Di heman demê de em dibînin di dema her aloziyekê de hindek kes êrîş dikin ser baregayan û dixwazin alkoziyan kûrtir bikin. Ji ber hindê êrîşkirina ser baregayên Yekgirtuya Îslamî ji aliyê hindek kesan ve cîyê dilgiraniya me ye. Bê guman diviya bû karên cidî bihatana kirin da ku ew yeke nehata kirin. Lê belê ew diyardeyek û divê hemû alîkar ji bo nehîlana wê diyardeyê bikin. Ji ber ku ji bilî têkdana yekrêziya gele me tu fêdeya wê nîne.
Em di dirêjiya dîrokê de neçar bûne bergiriyê ji hebûn û nasnameya xwe re bikin û ji bona azadiyê xebatê bikin. Îro li jêr sîbera azadî û demokrasiyê de hindek dixwazin rewşê aloz bikin û kulturek xerîb bîne nav civaka me.
Em hemû rewşa deverên din yên Îraqê li ber çavên xwe dibînin ka di çi rewşek xerab dane. Wan hevdu qebûl nekir karesat bi serê xelkê xwe de anîn. Ji ber hindê, em rê nadin ku herêma Kurdistanê ber bi aqarekê aloz û hejiyayî ve biçe.
Nabe azadî bibe hokarek ji bo bêdengkirina hindek kesan ji aliyê kesên din ve. Cîyê wan kesan di nav civaka me de nabe ku li jêr sîbera azadî û demikrasiyê, azadiya xelkê din binpê bikin. Divê hemû alîyek rêzê li buhayên olî, civakî û dîtinê cihê yên siyasî bigire.
Ez berê gotinên xwe didim partiyên desthilatdar û birayên me li nav opozisyonê ku ew dem hatiye em bi diyaloga niştimanî pabend bin û hemû pirsgirêk û giriftariyan li ser masê behis bikin. Nabe cudahiyên siyasî bibin hokarê têkdana struktura civarî, çunkî herêma Kurdistanê cîyê tevaya ol û neteweyan tê de dibe. Ez piştrastim ku bêyî hevkarî û piştgiriya hemû aliyan pirsgrêk çareser nabin û em nikarin yekrêziya xwe biparêzin. Hestkirin bi perpirsiyariya zêdetir wê zûtir me bigihîne armancên me yên pîroz û bidestxistina destkeftiyên zîdetir bo gelê me.
Hêvîdarim hemû alî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka medenî, saziyên ragehandinê û hevwelatiyên ezîz li navxwe û derve, li astê berprisiyariya dîrokî bin û hewil bidin kirîzê bi diyalog û bi rêya qanûnê çareser bikin. Divê em hemû bi hev re rê li pêşiya vê diyardeya xerîb bigirin û nebine beşek ji azirandina kultura nexwestek. Bila yasa serwer be û derfet bidin desthilata dadweriya herêma Kurdistanê û ew komîteyên ji aliyê cenabê serokê herêma Kurdistanê ve hatîne pêkanîn bi wê wezîfeyê rabin ku jê re hatiye diyarkirin. Çunkî yasa di ser hemû tiştan re ye û parlamentoya Kurdistanê jî ku nûneratiya tevaya hevwelatiyên Kurdistanê dike, yekane mercîyete bo biryardan li ser her pirsekê ku berjewendiya gel û herêma Kurdistanê tê de be.
Nêçîrvan Barzanî
Em Kurd çi dixwazin?
Mîrê me mîrkutek li nav serê PDK û YNK xist
Dîko berda mirîşkê