Belê, bi “Buhara Erebî” dest pê kir. Piştî Tûnis, Misir, Lîbya û Yemenê, Buhara Erebî berê lotikên xwe da Sûrîyê û xuyaye bêhna buharê nêzîkî Îranê û Ehmedînejad jî bûye.
Serekerkanê Artêşa Amerîkayê Martin Dempsey, li Afganistanê da zanîn ku em amade ne êrîşî Îranê bikin û tirrê ji sofîk û melayên Îranê berdin.
Martin Dempsey efendî, got ku „Bi ellawekîl ew sofîk û melafên Îranê zêde bi ser xwe ve çûne, dema wan hatiye go em rîh û simbêlên wan bidin ber qwîzan û meqesan û wan şût û rût berdin çolê“ filan û fîstan.
Martîn Dempsey, got ku “Em li benda lempa serok Reşo Obama ne. Heke ew lempa kesk ji me re vêxe û bêjin êrîîîşşşşşşşş, emê di 24 seetan de tirrê ji Îranê berdin û ji zelzela Wanê xirabtir bînin serê Îranê” û pê de çû.
Martîn Dempsey efendî herweha anî zimên ku ew niha îstîxbaratê di derbarê Îranê de kom dikin û dixwazin bizanibin bê ew sofîk û melayên şaşikmezin çi dixwin û rojê çend tirr û fisan dikin. Xuyaye piştî komkirina îstîxbarata tirr û fisan, wê Amerîka biryara xwe bide û çend lotikan bavêje derûdorê.
De xwedê dawîya dinyayê bi selamet bike rebbî…
Hindistan
More Stories
Mesrûrê me vê carê bi erzanî filitî
Hevalleran dîsa tir ji Rûdawê berda
Te go şehîd?