Wahşeta hikûmeta Kasimpaşalî Receb

Belê qurban…

Demokratîk Açilim (Rêdana Demokratîk) a Kasimpaşalî Receb û hikûmeta wî roj bi roj berhemên xwe dide. Lê berhem jî çi berhem in haaaaaa, tam berhemên demokrasîya Tirkoleran e! Ango; demokrasîya kujtina Kurdan, demokrasî û “Demokratîk Açilim” a qetilkirina Kurdan.

Kasimpaşalî Receb pir bi ser xwe ve çûye û ji Ergenekonê xirabtir lotikan li Kurdên reben dixe. Roj namîne ku bi bahaneya endametîya KCK Kurd neyên girtin, neyên kujtin û zîndankirin. Roj namîne ku Kurd ji bo axavtina zimanê Kurdî neyên cezakirin û nekevin dadgehan. Belê, Demokratîk Açilim a Recebo bi TRT6 ê dest pê kir û bi qetlîama gundê Robozkê berdewam dike. Ê helbet canim, ma vekirina TRT6 ê belaş e, bê bedel e? Ma Erdogan belasebeb û belaş got “TRT6 bi xêr be” babam? Na na, ne belaş û erzan e. Aha bedelê vekirina TRT6 ê û çend lotik û zîtirkên hikûmeta Erdogan ev e, qetlîam û qirkirina Kurdan e.

Piştî ku Dezgeha Ewlekarîya Netewî (MGK) civîna xwe bi dawî anî û şêwr û mişêwrên xwe kirin, qetlîama gundê Robozkê pêk hat û zêdeyî 36 gundîyên Kurd hatin bombebarankirin. Kurdên ku sivîl bûn û ne çekdarên PKK yan KCK bûn, ji alî balafirên dewleta Erdogan ve hatin qetilkirin. Berî niha jî li Nisêbîn a Mêrdînê du Kurdên sivîl bê sûc û bê guneh hatin kujtin. Êdî xuyaye ku Kasimpaşalî Receb û Ergenekona xwe hew ferqê dixin navbera Kurdên sivîl û Kurdên çekdar. Ji bo wan Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye, çi PKK î çi ne PKK î.

Ez serê we neêşînim, piştî ku Serokê Tirk-Îslam Sentezî Fethûllah Gulen begefendî ji Amerîkayê fetwa kujtina Kurdan da, Kasimpaşalî Receb û generalên xwe fermana Kurdan rakirine û gotina Fethûllah quzêkerê nakin dudu. Bîjîyên heram bi navê demokrasî û bratîya îslamê xwîna Kurdan dirjînin, ne zarok, ne jin, ne mêr, bêyî ku ferqê têxin navbera wan bombeyan li ser sere wan dibarînin. Piranîya 36 Kurdên ku hatin qetilkirin xort û ciwan bûn. Lê ji Tirkên dolheram re gotina “Kurd” têra kujtina wan dike, bes û zêdeye jî.

 36 Kurdên ku piranîya wan ji malbatekê bûn û bi bombeyên Tirkên dolheram şehîd ketin, helbet wê roja qiyametê vî hesabê wehşane ji bîjîyên dêlika Asenayê bipirsin. Heke axret û mahşer hebe, heke heqî û edaleta xwedê hebe, gerek ev tirr ji dolheramên dêlika Asenayê re nemîne. Lê ku her tişt xeyal be û tenê ev dinya hebe, gerek PKK û KCK vê tirrê ji Tirkan re nehêlin.

Lê bawer nakim…

Birastî ka ew TAK-TÎK a ku digot emê Tirkiyê serûbino bikin, kesek ji we zane?

Şernex

About The Author