Wek hûn zanin, dewleta Romê, ango hikûmeta Erdogan û artêşa xwe, 36 xort û ciwanên Kurd bombebaran kirin û komkujîyek “faîlî diyar” pêk anîn. Ji bo ku lêborîna xwe ji Kurdan nexwazin û eyba qûna xwe veşêrin, ji 101 çemî avê tînin û sedemên bêbingeh derdixin pêş.
Bifikirin, heke PKK ev bûyer pêk anîbûya, wê rayedarên dewletê çi bigotana? Bawerkin wê qiyametek ji qiyameta Wan û Japonyayê xirabtir banîna serê PKK, ji bo ku wê di awira gelemperî de rûreş bikin, belkî 101 çîrok û çîvanok jî bi mijarê vekirana. Lê gava ew bi xwe komkujîyê dikin û xortên ciwan dikujin, wek kerr û lalan his ji xwe naynin û cilika bêwîjdanîyê dikşînin serê xwe.
Êdî kerr û lal jî pê hisiyane ku ew xort û ciwanên Kurd bi bombeyên balafirên dewletê hatine kujtin. Rojnamevan û nivîskarên xwedîwîjdan ji rayedarên dewletê, ji Erdogan û Avdullah Gul xwedîwîjdantir rastîyê dinivîsin û dibêjin, ji wan wêrektir komkujîya dewletê şermezar û rûreş dikin. Şahidên komkujîya Qilebanê helwesta leşkerên Tirk pir vekirî eşkere dikin, bi ser ku leşker zanin ew ne PKK yan KCK î ne û bi şêwr û mişêwr sînor derbas dikin, di vegerê de heman leşger nahêlin ew vegerin gund û malên xwe û wan mehkûmî kujtinê dikin. Nivîskar û rojnamevanê rojnama Taraf ê Mehmet Baransû, rapora MÎT ê eşkere kir û di raporê de dixuye ku ev komkujî bi plan û proje hatiye pêkanîn. Lê Serokwezîr Erdogan her dibêje “êzingê min” û newêre wek mêran xeletî yan jî projeya ku hatiye pêkanîn rexne bike û lêborînê ji Kurdan bixwaze. Ango; rayedarên dewleta Erdogan wek xanima germik û nermik Hîlal Kaplan jî ne wêrek û xwedî wîjdan in.
Hewce nake ez behsa medya Tirko û helwesta wê bikim. Bawerim di dinyayê de ji medya Tirko şovenîst û nîjadperesttir medya nehatiye dîtin. Bi taybet di derbarê Kurdan de hem kor in, hem lal in, sê meymûnan dilîzin. Piştî ku Erdogan bi rayedarên medyayê re civîn çêkir, ew medya çû û medyayek din hat (gerçî di derbarê Kurdan de berê jî heman gû û rîx bûn). Di komkujîya Qilebanê de dîsa sê meymûna dilîzin, min nedît, min nebihîst, nizanim. Di vê derbarê de xanima germik û nermik, rojnamevana rojnama Yenî Şafak ê Hîlal Kaplan, cilika bênamûsî ya ku medya Tirko kişandiye serê xwe rexne û şermezar kir, wek rojnamevan û wek insan lêborîn ji Kurdan xwest.
Di nivîsa xwe de xanim Hîlal Kaplan dibêje: “Niha qatilê van 35 hevwelatiyên me PKK bûya, bifikirin ka wê çi bibûya. Wê serokkomar peyamek fermî ya sersaxîyê biweşanda. Wê serokwezîr Erdogan di konferansek rojnemevanî de bigota “ ax û wax, kezeba min dişewite” û gotinên di vê çerçovê de bihatana gotin. Wê medyayê hemû nûçe wek flaş û nûçeyên gava dawî ragihandana. Wê navê vê bûyerê ne “Operasyona li tixûbê Iraqê” bûya. Wê nave wê “ Komkujiya li tixûbê Iraqê” bûya” û helwesta serokkomar û serokwezîr radixe ber çav.
Hilal Kaplan xanim piştre dibê: “Ez wek jinek ji malbatek Tirk, wek jinek nivîskarek misilman, li ser navê xwe, di serî de ji malbat û xwedîyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji hemû birayên xwe yên Kurd doza lêborînê dikim. Şîna we şîna me ye. Em vê ji bîr nakin û nahêlin bê ji bîr kirin” û wek jinek xwedî wîjdan komkujîya Kurdan şermezar dike, lêborînê ji Kurdan dixwaze û pêve girêdayî jî lotikekê li helwesta medya Tirko, serokkomar û serokwezîr dixe.
Ez serê we neêşînim, dibêjin “reva pisîkê heta dawîya kulînê ye”. Erdogan ê ku lêborîna komkujîya Dêrsimê xwest, îro newêre wek Hîlal Kaplan, newêre wek jinekê bi mêrane lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze. Çima ku komkujîya Dersimê di dema CHP de pêk hatibû û bi lêborînê lotikek li CHP xist, dengê xwe ji komkujîya xwe û hikûmeta xwe re nake.
Lêborînê ji Kurdan dixwazin yan naxwazin nizanim, lê xuyaye terîya kûçik rast nabe û wê dawîya hikûmeta Erdogan jî ne kêmî hikûmetên din be.
Çawa be Kurd bi kujtinê xilas nebûne û nabin…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye