Min çima navê xwe guherî?

Sedema vê guherînê çi bû û îcar ev ji ku derket?

Ma qey min jî wek hinekan navê xwe demode dît û min da pey nûjenîzm û modernîzmê gelo?

Ev navê ku dê û bavê min li min kirine çima diguherim?

Ji ber navê xwe fedî dikim an navê min nema bi min û derdora min xweş tê?

Ev lotika bergîrkî ji ku derket?

Madem ku min navê xwe guherî, divê ez ji xwendevanên xwe yên ezîz û hêja re rave bikim, ne wisa?

Dibe ku kêm zêde bandora van pirsên ku min li jor li pey hev rêz kirine jî hebe, lê bi serê min û we sedem ne ev in û ez ê ji we re sedema bingehên aniha rave bikim û raxim pêş çavên we…

Heyran, ji sibehê heta êvarî em xwe li erdê dixin û hîrtehîrta me ye em qala girîngiya zimanê zikmakî dikin.

Em Kurdînizanan rexne dikin. Û ji bo her kes fêrî zimanê xwe bibe, em zimandirêjî û zimançepeliyan dikin.

Naxwe kesên ku em wan rexne dikin û toqa şeytên dixin stûyê wan û wek şeytên wan diricimînin, ew ê nebêjin hey minafiqno, ma hîn hûn bi giştî nebûne Kurd, hîn qûna we bi gû ye û tew hûn radibin qerf û henekên xwe bi me dikin.

Dibe ku ev neyê hîşê gelek kesan. Lê hat hişê min û bi rastî jî wek nakokiyeke mezin di navenda mejiyê min de rûnişt û dikim û nakim nema ji wir dileqe jî.

Ez bi Kurdî dipeyivim,

Bi Kurdî dinivîsim,

Bi Kurdî dixwînim,

Bi Kurdî difikirim,

Bi Kurdî hîs dikim,

Bi Kurdî dikenim,

Bi Kurdî digrîm,

Bi Kurdî hez dikim,

Bi Kurdî radikevim,

Bi Kurdî xewna dibînim,

Bi kurt û kurmancî bi Kurdî dijîm…

Yabo heyran, madem ku ez trênek tişt bi Kurdî dikim, çima hîn navê min navê Tirk û ereba ye?

Lotikên min giş bi Kurdî ne, çima navê min ne bi Kurdî ye?

Kî bi çi navê bang min dike bila bang min bike, lê ji niha şûn de hemû qerf, henek û nivîsên min wê di bin vî navî de bê kirin û weşandin.

Bi ya min, heke em ê xwe ji asîmilasyonê biparêzin û zimanê xwe xurt û belav bikin, wê çaxê divê guherînê em ji xwe dest pê bikin.

Kesên di civaka Kurdan de wek rewşenbîr, zana, zimanzan, nivîskar, bîrbir, rîhspî, divê sekina wan bi Kurdî be, jiyana wan bi Kurdî be da ku hezkirina vî zimanî pêl bi pêl belav bibe û di dil û mejiyê hemû Kurdan de cîh bigre.

Ji niha şûn de navê min Devliken Kelogirî ye.

Bi Devkeniya xwe ez ê derdora xwe şên bikim, şa bikim û bikenînim. Û bi zimançepelî û zimandirêjiya xwe jî ez ê kesên beradayî, zalim, xerab û fahş jî Kelogirî bikim…  

Navê min li min pîroz be!

About The Author