Xalê Sidîq bi temenê xwe nêzî 70 salî ye, mirovekî gelek miqelîde henekvan e. Bejin kinik şîşman e, serê wî rût keçel e. Rojekê hat ba me silav li me kir, çavê wî bi notirvanê (bekçî) fabrîqê Xelîl ket (Serê Xelîl jî wek neynik dibiriqe); bi lez çû ba Xelîl, di guhê wî de tiştek got û hat.
Xelîl qirqilî reng lê çû, soro moro bû. Yekî got “ Xelîl beg çi bû? Tu çima aciz bûyî geloş? “ Xelîl got “ Tiştek tune .“ Lê rewşa Xelîl qe wilo nedigot, bi hêrs bû. Xalê Sidîq bi me re suhbet kir, çay vexwar û xatir xwest çû.
Me gazî Xelîl kir hela çi bûye çi qewimîye ku hêrs bû. Xelîl hat, bêhn lê çikyaye, fişe fişa Xelîl e, got “ Ji bo xwedê ev Sidîq dîn e an xirifîye gelo! Qe ji temenê xwe jî fedî nake ! Hatîye ji min re dibê “Bira bila mirov qûnek be lê ne keçel be, qûnekî tê veşartin lê keçeltî nayê veşartin ne wilo “ Lêbûm min lêxista, ji bo xatirê we min xwe girt “
Me ber dilê Xelîl da, aram bû, werhasil.
Bi sê telaqê bêfitû, hemû dinya di derbarê Kurdan de “ qûnektîya” dewletên dagirker zane lê vedişêrin. Wê ew roj were dewletên dagirker bê derpê bimînin û hemû cîhan qûna wan bibîne çito qûnek in. Ewil dora Surîye, paşê di rêzê de Îran û Virko heye, dem dema tillîlî ya Kurda ne, we got çi cîgerim !…
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt