Cegera Min!

Wey cegera we biperite!…
Wey cegera we di hundurê we de biwerime û hey biwerime û bê girm û biteqe û di dereke we re derkeve!…
Wey cegera we bibe kezeb!

Na û sed carî, hezar carî na.
Em kurd weke hişmendî hîn ji bo rêzefîlman negîhiştine, nestewîya ne. Ji bo vê, pêvajoyeke bi rêkûpêk û xebateke xurt divê. Em nuha ji çanda rêzefîlman piçekî dûr in.

TRT6 vebû, em hemû bûn zimanzan, lîstikvan, şanoger, senarîst, çêker û hezar û pênsed quzilqurtên din…
Divê hurmeta me ji kedê re, ji tahbê re û ji xebatê re hebe. Roja ku em bigihêjin wê astê, wê rêzefîlmên xweş jî û fîlmên baş jî derkevin holê…

Wê rojê li ser rêzefîlmê bi navê “Sîya Mem û Zîn” min çend rexne li pey hev rêz kiribûn. Bawer im bi wan lotikan dilê gelek kesan ji min ma, lê divîyabû ez wan lotikan bavêjim.
Piştî rexneyên li ser wî rêzefîlmî, heke min li ser “Cegera Min” jî nenivîsîya, wê gelek dost û hevalan bigotina, tu îtimazîyê-neheqîyê dikî. Çima tu hinekan didî ber lotikan û yên din ji lotikên xwe bêpar dihêlî?
Ji bo ku gengeşîyeke wiha dernekeve, pêwist bû ez çend lotikên kurdewarî li ser “Cegera Min” jî bavêjim.
Ez ne rexnegirê sînemayê me, lê carcaran ji bo ku mirov başî û nebaşîyê ji hev veqetîne hewcedarî bi pisporîyê tune.

Wê rojê qumanda televizyonê di destê min de bû û eletexmîn ji qenalekê derbasî yeka din dibûm. Çawa ku TRT6 li ser ekranê xuya kir, bêhemdî min çavên min beloq bûn û tilîya min li ser qumandayê sist bû, li ser wê qenalê sekinî. Rêzefîlmê “Cegera Min” di weşanê de bû. Ji xwe dilê min û nivîsekê jî hebû. Bi çavlêketinê re, min cîyê qûna xwe xweş kir, bahlîfa ber pala xwe rast kir û bi awayekî baldarî min dest bi temaşekirinê kir.
Teqrîben qederê nîvsaetekê min lê temaşe kir. Ji bo baş bibînim min herdu çavên xwe baş firkandin û ji bo baş bibihîzim jî çiqas qilêr û gemar di guhên min de hebû, min hemû paqij kir.

Di wê nîvsaetê de tiştên ku bala min kişandin, bi kurt û kurmancî xal bi xal ez ê bi we re par ve bikim.

1-) Di wê nîvsaetê de şeş-heft kes ber bi çavên min ketin. Wan şeş-heft kesan di wê nîvsaetê de kêm-zêde bîst û heft peyv kirin. Ji wan bîst û heft peyvan, çardeh jê brîndar, pênc-şeş heb jê bêhişketî û yên mayî jî tahmsarkî û ji resenîya xwe dûr bûn.
2-) Yekemîn car bûm şahid ku fîlm bê hest jî tê lîstin. (Bila kes nebêje lîstikvanî govenda hestan e)
3-) Di fîlm de ez û mijar li hev rast nehatin. Dibe ku mijar pir kûr be, lewma jî ez negîham binê wê. (Xwezî min werîsekî dirêj li nava xwe girêdabûya)
4-) Qareqara zimên û hewar hewara hestan bû.
5-) Bi her awayî dîyar dibe ku zêde bi zimên nizanin. Senarîst zêde bi zimên nizane, derhêner nizane, pirê lîstikvanan nizanin, yên ku zanin jî ji wê berpirsîyarîyê revîyane. Ji xwe pirsgirêka zimên, pirsgirêkeke gelemperî û netewî ye. Li gel axaftin kêm in jî, îmana zimên teneke kirine. Di kêşana sahneyan de dîyar dibe ku zêde serê xwe bi rastaxaftina zimên re neêşandine, lê dema dublajkirine jî heman şaşî berdewam kirine. Yanî xwestine pînê li ser pînê xin, lê mixabin pîne jî şaş lê xistine…
6-) Navê Xwedê û Pêxember xweş!
7-) Axaftinên rêzefîlm piçekî kêm bû, lê divê mirov neheqîyê li wan neke, ji yê rehmetîyê Charlie Chaplin bi dengtir û replîk jî zêdetir bûn.
😎 Weke fîlm danîne ser sifreya me; heke em bixapin û bixwin. Bawer im sê-çar kamerayên nepenî-veşarî bi awayekî dizî xistibûna sê-çar malên kurd, wê rêzefîlmekî ji vî rêzefîlmî xweştir derketibûya holê.
9-) Êdî bes e!
10-) Xala nehemîn piçekî sîyasî çêbû, lê xem nake.
11-) Herin ji xwe re henekên xwe bi pîrka xwe bikin!

About The Author