Sofîyê me lotikek xweş avêt

Li ser bextê ajansa ANF û lotikvanên wê be, dibêjin Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê kekê me Nûredîn Sofî, lotikek bêîman li Fethûllah Gulen û misilmantîya wî xistiye û berê Kurdan daye îslam û misilmantîya Qadî Mihemed û Mistefa Barzanî.

Sofîyê me, ango Nûredîn Sofî, bi dîn û îman sûnd xwar ku misilmantîya Fethûllah Gulen misilmantîyek sexte û kirêt e, divê Kurd nebin kurtanê Fetho û hefsarê wî nexin stuyê xwe.

Cîgerim Nûredîn Sofî, bi quran, mishef, incîl û tewratê sûnd xwar û got: “Em ola xwe baş fêm dikin, em ji Qazî Mihemed fêr bûne. Ji kesên wek Şêx Seîd, Şêx Mehmûdê Berzincî, Mele Ebdilrehmanê Tomokî, Şêx Ebdullahê Nehrî û Mele Mistefa Barzanî fêr bibin, çimkî ew misilmanên rast bûn, ne ku ji kesên xwefiroş, sexte û rol gêrana ku di nav siyaset û milkperestiyê de fêr bûne.“ Û berê Kurdan da misilmantîya rasteqîn, misilmantîya mezinên Kurdistanê.

Axir, Nûredîn Sofî lotikek pîroz avêt, dilê me xweş û rûyê misilmanên sextekar jî reş kir.

Aferîn qurban, ha wilo lotikên Kurd û Kurdistanî bavêjin ha, berê Kurdan nedin Enqere, Şam û Tehranê, berê wan bidin qibleya Qadî Mihemed, Şêx Seîd û Mistefa Barzanîyê nemir…

Mexmûr

About The Author