Evîndarî

Yek caran peyvek dikare wateyên gelekî mezin di xwe de bi cih bike. Yek caran pirtûkek nikare wateyekê bide famkirin bi meriv.
Yek caran wêneyek dikare şibakeyekê li ber meriv vebike û perspektîfekê bide meriv. Bi rastî jî vî wêneyê li jorê dema min nû dît min bi qasî nîv saetekê tenê li vî wêneyê mêze kir û min xwest ku ez wan hestên xwe yên li hember vî wêneyê parve bikim bi we re.
Ev wêneyê evîn û dildariyê ye. Di vî wêneyî de kevoka/ê azad ne li bendî encamekê ye. Dizane ku dê nikaribe hezkera/ê xwe azad bike ji qefesê. Lê digel vê yeke dipê. Terk nake û naçe. Heya mirinê dê wisa li bende be û dê wisa bijî. Ev wêneyek e tenê li di jiyana bêrastîn de jî gelek caran em pêrgî vî wêneyî tên di eslê xwe de. Li derdora me jî kesên wisa evîndar hene û gelek in.
Ew kesên bi vî rengî evîndar rûmeta civakekê ne û yên ku sere civakekê bilind dikin dîsa ew kes in. Ango kesên evîndar in yên ku civakek bi wan dipesine. Lewre mirovê herî hêja ew kes e bikare di dile xwe evînekê bisitirîne. Wê evînê bi hemû hebûna xwe biparêze û heya mirina xwe li dû wê evînê be. Bizane ku dê negihîje encamê jî. Wekî me got mînakên wisa di civaka me de jî gelek in.
Him di dîroka me de û him jî di dema me de em gelek caran pêrgî kesên wisa tên. Çawa ku Mem di wê bîra tarî de li benda Zînê ma wisa dimînin li bendî roja pîroz. Kî ne wan kesên evîndar? Helbet şervanên azadiyê ne. Wan şervanana wek vê/vî kevoka/ê spî li bendî dildara/ê xwe ne. Kî ye dildara/ê wan? Welatê wan e. Ne girîng e ku rizgar be welatê wan. Tene ji bo wî welatî têkoşîne ya girîng û tene pêre dilsoz mayîn e ya girîng.
Bi vî rengî dihizirin û bi vî rengî dijîn. Ji ber vê yekê jî ew kesên evîndar û pîrozwer in li ber dilê me. Qorekî din jî heye dîsa bi vî rengî evîndar in. Kî ne ew? Girtiyên azadiyê ne. Digel ku bi salan ceza girtine û digel ku dîlê serdestê xwe ne jî tu caran serî netewînin li hember wan û li bendî roja mezin, ango azadiyê dimînin.
Ev jî evîndariyek e. Lewre emre her mirovî bi qasî 60-70 salan e, û gelekan ji wan nîvê emre xwe di wir de derbas kirine. Lê dîsa jî serbilind in. Haya wan ji evîna dilê wan heye û şanaz in bi wê evînê. Lewre dizanin ku yên girtî ne ew in, welatê wan e. Yên dîl ne ew in welatê wan e û ew li bendî azadbûna welatê xwe ne.
Heke welat dîl be û ew azad bin ma ew azadî ye? Ji ber vê yeke dîl in. Wek vî/vê kevokê/a berdayî. Digel ku ne di hundirê qefesê de ne jî bendewar in. Bendewariya wan ne tene wan xweşik dike bi wan re hemû gel û neteweya wan jî xweşik û serbilind dike. Hezar silav li wan evîndarên bendewar…

Azadîya Welat

About The Author