Xalê me Fehmî jî di nav xeyalên me de mîzt

 Heta niha me digot qey tenê PKK naxwaze ji dewleta virqo veqete. Me digot qey tenê PKK û MKK Kurdistanek serbixwe naxwaze. Lê em dibînin ku hahoooooooo, ne ew tenê ne bavo, tew çawîş û başçawîşên HAK-PAR ê jî dibêjin „Kurdistanek serbixwe xeyal e, em naxwazin ji Tirkiyê veqetin“ filan û jehr û ziqûm.

Me gellek caran mam Celal rexne dikir û digot „Mamo, ji kerema xwe di nav xeyalên me de nemîze, Kurdistanek serbixwe xeyal be jî, qe nebe nebêjin û mîrkutan li nav serê Kurdan nexin, bihêlin bila Kurd bi wan xeyalên şîrîn, bi xeyalên Kurdistanek serbixwe bijîn baba“ û me dajot ser rebeno. Lê xuyaye cîhgirê serokê HAK-PAR ê xalê me Fehmî Demîr jî daye ser şopa mamo û bi mîrkutan bi nav serê me û Kurdistanek serbixwe dikeve.

Li ser bextê Rûdaw ê be, xêr û guneh di stuyê wan de be, dibêjin xwedêgiravî xalê me Fehmî Demîr hatiye Almanya û konferansek li ser Tirkiyê û makzagona nuh daye. Piştî çay û qehwê, Rûdawê pê re hevpeyvînek qerase kiriye û tenûr germ û nerm kiriye.

Xalê me Fehmî Demîr gotiye: „Binerin cîgerim, kezebno, federalîzm di programa me de jî cîh digre. Xweserî jî baş e, lê belê em serxwebûnê naxwazin û îro di konjonktura herêmî û ya dinyayê de jî ne tiştekî realist e, tiştekî xeyalî ye” filan û fîstan.

Me mesela „xeyalî û meyalî“ fêhm kir. Lê dûre?

Dûre jî mêro gotiye: „Binerin oxlim, em naxwazin ji dewleta Tirk biqetin, Kurd û Tirk wek goşt û hestiyan bi hev re dijîn. Xweserî jî ne xirab e, lê em dewletek serbixwe naxwazin“ filan û xeftan.

Wey maşelle ji bejna te re lo!

Wey maşelle ji siyaset û Kurdewarîya te û we re lo!

Ê law naxwe ferqa we û PKK ji hev ma çi hi?

Ha kum li serî û ha serî li kum, ma ne eynî rîx e qurban?

Welle yabo we Kurdistan û Mirdistan kir tirrrrrrrr!

Ê law mamo dibêje Kurdistanek serbixwe xeyalî ye, PKK û serokê sererd û binerd dibêje xeyalî ye, Erdogan û Merdogan dibêje xeyalî ye, Kiliçdaroxlû û Xiyaroxlû dibêje xeyalî ye, ê naxwe yekser bêjin „Kurdistan tune“ û xelas, wî!

Na na, bi sê telaqên jinberdanê, ez bi serê xalê xwe Kemal Bûrkay kim, we jî çend rojan nan bi PKK re xwariye ha. Law kê bigota gerek HAK-PAR ê negota „Kurdistanek serbixwe xeyalî ye“ babam, waweylê!

Na na, HAK-PAR ê û xalê me Fehmî Demîr jî wek mamo di nav xeyalên me de mîzt ellawekîl.

Law ma qey mêranî bi Kurdan re nemaye, ma gunikreş di nav Kurdan de nemane ey hawar ya xweda!? Wê kengî Kurdek derkeve û bêje „Kurdistanek serbixwe ne xeyal e, rastî ye, heqîqet e, heq e, hiqûq e“ û serê xwe bide ber kêrê ya xweda!?

Kuro hema xeyalî be jî, bijî Kurdistana serbixwe û hûn sax!

Almanya / Munîh

About The Author