HEVRÊ

Heger tu li serê çiya

Bi şekala qetyayî digerî

Di gel ku ez jî bi sola çermî

Li cehda rihet dimeşim,

Lê ez te tînim bîra xwe hevrê

Tu li bîra minî hevrê

Heger tu li ber baran,teyrok û berfê

Li cihekî bi sitar digerî, ji bo sermayê

Di gel kuez jî li oda germ, bi qarafêl

Li ser mehfûr û bera dirûnim

Lê ez tînim bîra xwe hevrê

Tu li bîra minî hevrê

Heger li binê tehtekê digerî

Yan jî li şikeftekê,serê xwe dideynî

Li ser kevirekî

Û kabokên xwe dixî zikê xwe

Tevli rextê xwe tu dirazê

Di gel ku ez jî li ser doşeka nerm

Balgî û lihêfa pirtikî,tevli bêceman dirazim

Lê ez te tînim bîra xwehevrê

Tu li bîra minî hevrê

Heger bi beyana sibê re

Li dengê tifinga şiyar dibî, bi wê sehwê

Li kozikê

Yan jî li pişta kevirekî digerî

Digel ku ez jî di wextê bêrîvanan de

Bi seeta muzik û bi kêfa xwe dirabim

Lê ez te tînim bîra xwe hevrê

Tu li bîra minî hevrê

Heger tu xwe bi ava cemidî dişoyî

Û bê lûfik, bê sabûn,cilên qetyayî li xwe dikî

Di gel ku ez jî herroj di hewdê ava germ de

Û tijî kef de xwe dişom

Herroj cilê xwe diguherim

Lê ez te tînim bîra xwe hevrê

Tu li bîra minî hevrê

Heger ku tu qetik nanê hişk dixwî

Yan jî berûwên dara,heger ku hebe

Bi ser de cixarek

Ji wê tûtina efnîkî dikişênî

Di gel ez jî

Ji her rengê xwarinê

Dilê min çi bixwaze ez dixwim

Û cixara pêçayî bi ser de divexwim

Lê ez te tînim bîra xwe hevrê

Tu li bîra Cenkzêrî hevrê

            20.01.1987.

About The Author