Govendê berê xwe daye Îmralîyê

Ev çend rojin Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Serokê Partiya Nîjadperestên Tirkiyê  Dewlet Baxçelî bi mîrkutan radibin hev û hevdu didin ber lotik û zîtirkan.

Erdogan di derbarê Ocalan de gotibû „Devlet Bahçelî nehiştiye Ocalan bê şeniqandin“ û ajotibû ser Devlet Bahçelî. Devleto jî îcar bi qozê Îmralîyê ajot ser Erdogan û pirsî: „Ev çend meh in pêjn û his ji Ocalan nayê, ne ji wî ne ji parêzerên wî, ne ji Ewrûpîyan, kesek hew behsa wî dike. Ez bi şik û guman im, gelo Ocalan li Îmralîyê ye? Na na, ji bo em bawer bikin ku Ocalan li Îmralîyê ye, gerek wî derxin televizyonê, heke pêwistî bi îspatkirinê hebe, bila Ocalan û Erdogan bi hevre derkevin bernameyek televizyonê“ û henekê xwe bi Kasimpaşalî Receb kiribû.

Li ser vê lotikê, Erdogan jî bersiva Bahçelî da û got:“Heheyyy, tiiirrrrr li bin qûna te, were ez te bibim Îmralîyê û bi çavên serê xwe Ocalan bibîne oxlim, tu bixwazî bila BDPî jî bi te re bên cîgerim“ û mîrkutek li nav serê Bahçelî xist.

Ez serê we neêşînim, van rojan govend û dîlanê berê xwe daye Îmralîyê. Em nizanin ka başqan Ocalan li Îmralîyê ye yan na, lê xuyaye zingînî ji ber guhê başqanê me tê û piştî demek dirêj hemi alî jî dixwazin dîsa wî têxin rojeva siyaseta Tirk û Kurdan..

De li ser xêrê be yabo qurban…

Enqere

About The Author