Deriyê Adarê li ber bayê azadiyê vekin

Deriyê adarê vekin
Bela … Pêxemberê doza Kurdayetiyê
Pêxemberê riya felat û azadiyê
Barzaniyê nemir
Bi refên mizgîniyên xêrê re derbas bibe ;
Bela … ken û giriyê adarê
Ji ser peravên çemên
Dicle , Firat û Aras …
Ji nav pêlên derya
Wanê û Ormiye
Bicivîne …;
Insiklopidya avê û agir
Ji ketin û serketinan re bixwîne ;
Dem û dîrokê
Li ser kevîyên pêvajoya mêraniyê
Bike al û li asmanê azadiyê li ba bike .

**********

Deriyê adarê vekin
Û rê bidin Mahabada ronahiyê
Silêmaniya hilmetê
Hewlêra Kele û Minare
Qamişloka vîndar û leheng
Ameda serfiraz …
Bela … Şîrê Kurdayetiyê
Li çiyayên Ararat , Cûdî ,
Bagok , Sasûn , Metîn ,
Şêrîn û Hindirîn … helal bikin ,
Bela … xwîna şehîdên nemir
Xwêdana Pêşmergên qahreman
Xuya hilmet û berxwedanê …
Bikin melheme û derman ,
Birînên ku di canê
Dilsozî û wefadariyê de vedibin
Bi vê xwîn û xwêdanê derman bikin û
Bi ala welatperweriyê bipêçin .

**********

Deriyê adarê vekin
Bela … Mîrgehên Botan , Badînan ,
Soran , Baban û Erdelan …
Ji nav rûpelên dîroka rizyayî derkevin û
Di sînga şaneşînên mîrgehên xwe de bi cî bibin ;
Bela … şal û şapên hêvî û omîdan
Li bejna xwe girêdin ,
Xunava şîn û şadiyên her adaran
Li xaka xewn û xweziyên
Welatê perçebûyî bibarînin ,
Peyalên meya mizgîniya
Yekîtiya Kurdan
Li yar û neyaran bigerînin ;
Wê yar mest û serxweş bibin
Ji mil û navmilan xwe bihejînin ,
Lê … neyar wê ji maskên dilreşiya xwe
Bibin bilyatşo li ser
Textên şanoyên vê jiyanê .

**********

Deriyê adarê vekin
Rê bidin alal û nêrgizên deşta Barzan
Ku bibin desmalkên sipî
Hêsir û rondikên çil melyon Kurd ziwa bikin ;
Rê bidin siwarên azadiyê …
Bela … tîrêjên roja nîşana Komela Xuwêbûnê
Bi ronî bikin ,
Xencera wê ji xwîna şoreşên nejbîriyê dawerivînin ,
Periya wê bi dîwarên
Lover û Mitropolîtan ve daleqînin ,
Sinbila wê di xaka hilmet û dilsoziyê de biçînin ,
Bela … almeya sexte ji ser
Kezeba riya Padîşahên Kurdayetiyê daxînin ,
Kum û kolozê Haco Axayê Hevêrkî û Ebdirehman Axa Elî Yûnis li ser Girê Dugirê bilind bikin
Û bê dûdilî / Derka Jêrîn / bingor bikin .

**********

Deriyê adarê vekin
Patlêdanên Efserên azadiyê
Li ber bayê ala rengîn
Bikin lavij û dûee ,
Bikin sirûd û heyranok …
Bi ewrên silavên gerim re
Li asmanê vê dinyayê bibarînin …
Rê bidin Dildar û Mihemedê Mamilê
Ku peyv û tîpên sirûda netewa Kurd / Ey Reqîb /
Li ser destên xwe ji nû vejînin ;
Erê … bi mizgîniya azadî û yekîtiyê re
Wê kefenê mirinê biçirînin ,
Wê Merziya bi xwe re bînin
Li ber defa Hejar û Hawar
Wê çopî û semayan ji erd û asmanê
Her çar perçeyên Kurdistanê re bigerînin .

**********
Deriyê adarê vekin
Rê bidin Valintaynê dildarên Kurd Metran Isa
Bela … xwezîyên Edûla Temir Paşa , Keçka Simqî ,
Meryema file û Gula Mehrûm …
Li Geliyê Laleşê li ber
Stûna bê miradan bi cî bîne ;
Bela … mehra evîndarên bê hêvî
Li ser destên Ûcaxên Azadiyê bibire ;
Çengekê ji xaka gora qublegeha Kurdan
Li ser serê wan bireşîne .

**********
deriyê adarê vekin
Bi hêrz destên xwe li ber
Yezdanê dilovan vekin
Ji olên erd û asmanî
Qewl û lavijan bixwînin
Bi dûeeyên Pêxemberan bangbikin …,
Hêvî û xweziyên kevin û nûjen ,
Keser û kovanên bê ser û ber
Bi bayê azadiyê re berdin
Bi yek qêrînê hawar bikin :
Xwedê Kurdistana azad
Ji şerê terorê biparêze
Tu car û tu car wê bin dar neke
Xaka Wê ji Ucaxên Barzaniyan mehrûm neke
Miletê Kurd li cîhanê ji vê Azadî û wekheviyê bê par neke
Zimanê Kurdî bi yek Elifbayê standard bike
Ala rengîn li ser banên palyozxaneyên her welatî
Li vê dinyayê li ba bike … li ba bike .
Amîn … amîn … amîn …

Qamişlo

Kurdistana binxetê

About The Author