Em vê lotikê pîroz dikin

Şikir ji xwedayê mezin re, êdî Konseya Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê jî ava bû û serê me gîha ber perê ezmanan.

Di 08.07.2012an de Konseya Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê (çawa ku Tirk dibêjin Mîllî Guvenlîk Kurulu) ji alî serok Barzanî ve hat êlankirin. Kekê me Mesrûr Barzanî wek „Misteşarê KENK“ê û kekê me Xesro Gul Mihemed jî wek cîhgirê Misteşarê KENK ê hat destnîşankirin.

Em wek alîgir û sîxurên Partî Demokratî Lotikxane yên li başûrê Kurdistanê vê lotika pîroz 101 carî pîroz dikin û serketinê ji  KENK ê re dixwazin

Hewlêr

About The Author