Dixwaze pîzza ji serok Barzanî re çêke

Li ser bextê lotikvanên rojnama Rûdaw be, dibêjin xortê Farqînî, pîzzacîyê pîzzacîyan, mîrê hevîr, sos û penîrê pîzzayê kekê me Hakki Akdenîz, sê caran bûye şampiyonê pîzza yê cîhanê û 8 caran jî bûye şampiyonê Ewrûpayê. Dibêjin kekê me Akdenîz hevîrê pîzzayê 100 metroyî difirîne ezmanan, li ezmanan sosê lê dike, penîr davêje ser sosê û hewcedarîyên din jî li ser belav dike. Heta pîzza dadikeve erdê ber destê wî, hazir amade dibe.

Axir, kekê me Hakki Akdenîz ji Rûdawê re gotiye: „Ezê di meha Tîrmehê de biçim Hewlêrê. Bi sponsorîya AFA Groûp ezê li wir şowek ji şowên pîzzayê bikim. Ezê îmana pîzzayê teneke bikim û tirrê jê berdim. Heke derfeta min çêbû, ez dixwazim ji serok Barzanî re pîzzayek taybet çêkim. Baş zanim ku ewê pîzzaya min biecibîne“ filan û bêvan.

Law Hakkiyo!

Cîgerim!

Berî tu pîzzayekê ji serok Barzanî re çêkî, yekê ji Lotikxanê re çêke û bi rêya Facebookê bişîne em li tama wê binerin. Bişîne ka em binerin bê pîzzayên te xweş in, yan ê Lotikxanê xweş in qurban. Bi xwedê bawerîya serok Barzanî tenê bi pîzzacî û nanpêjên „Aşxana Lotikxanê“ tê. Gava tê Ewrûpayê tenê pîzzayên Lotikxanê dixwe.

Ê de haydê kekê Hakki, em li benda pîzza te ne baba..

Heke pîzza te xweş bû û me eciband, bawerke wê serok Barzanî jî biecibîne. Na heke me neeciband, serê xwe neêşîne û tu sax..

Amerîka

About The Author