Heke bê erê, 13 milyon dolar dikeve bêrîka wê

Van jinên sînemayê kêf kiriye ellahwekîl. Devê xezîneyên Hollywoodê ji wan re vekirîye û pare bi ser wan de dirijin. Jinek Hollywoodê nebû qismetê me kuro, hooweh!

Star a Hollywoodê, lotikvana germik û nermik, bedewa germ û sincirî Scarlet Johansson, heke qebûl bike, wê ji bo fîlmê „Avenger 2“ 13 milyon dolar bistîne. Ew jî heke xanimê qîma xwe bi 13 milyonan bîne ha, yan na belkî 15 heta 20 milyon dolar jî bistîne.

Nizanim ev çiyê van jinên sînemayê ji yên jinên me zêdetirin bavo?

Ê law bi xwedê ew wek jinên me nizanin şorbe, eprax, savar û kutilkan çêkin. Ew wek jinên me nikarin 24 seetan zarokan xwedî bikin. Ew wek jinên me nikarin 24 seetan cil û bergan bişon û qûna zarokan pak bikin.

Ê naxwe çi?

Yan hûn dibê tiştekî zêde bi wan ve heye gelo?

Amerîka

About The Author