Sep 27, 2020

Sirûda Şoreşê

Şoreş û berxwedan e
Li rojava serhildan e
Şer û xebat pir giran e
Ji bo Kurdistan canfeda ne

Li Efrînê serhildan e
Li Qamşlo berxwedan e
Li Kobanî şer giran e
Ev şoreşa niştiman e

Kurdistan welatê me ye
Azad bû parçekî welat
Kurdistan welatê me ye
Êdî rabin bikin xebat

Xweş şoreş û serhildan e
Li rojava dengvedan e
Dengê ewê berxwedanê
Mizgînî daye cîhan e

Êdî tirs nema li welat
Pêşmerge rabû li Kurdistan
Hildan ala kesk, sor û zer
Hemî bangdikin niştiman

Li Efrînê serhildan e
Li Kobanî berxwedan e
Li Qamişlo şer giran e
Li cîhanê Kurdistan e.

23.07.2012

%d Bloggern gefällt das: