Kesên ku nikaribin Kurdayetîyê bikin, bila xelkê nexapînin

Kurdayetî ne karê her „babaegît“î ye. Kurdayetî ne karê her kurê bava ye. Helbet ziman bê hestî ye, herkes bi zimanê xwe kare Kurdayetîyê bike. Lê Kurdayetîya rasteqîn ne hêsan û rehet e.

Di vê derbarê de Şêwirmendê Civata Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê kek Mesrûr Barzanî lotikek xweş avêt û da bin dûvê kesên ku nikarin Kurdayetîyê bikin.

Mesrûrê me di rûpela xwe ya Fisbook ê de peyamek raberî raya giştî kir û lotikek li Kurdên sexte xist.

Mesrûr Barzanî dibêje: „Kaka can, canekem, ev kesên ku nikarin Kurdayetîyê bikin bila xelkê jî nexapînin. Kurdayetî ne henekpêkirina zarok, sebî û mindalan e. Ew kesên ku nikarin qiseyên (gotinên, peyvên) baş bikin, baştire neaxivin, lewra ew kesên ku ne di xema niştimanê xwe de ne bila di xema dagîrkeran de jî nebin“ û pê de çûye.

Birastî ew kesên ku bi mejî, dil û hestên xwe ne Kurd in û tenê bi ziman Kurdayetîyê dikin, çi kar û fêda wan ji milletê Kurd re heye ez meraq dikim.

Ê madem hûn bi mejî, dil û hestên xwe ne Kurd in, dev ji vî milletê mazlûm berdin oxlim!

Yan wek zilaman Kurdayetîyê bikin, yan jî bibin kurtanê kerên dagîrkerên Kurdistanê û xelas…

Aferîn kek Mesrûr!

Welle û bille te xweş gotiye, bi şîr û şekir hûnandiye.

Hewlêr

About The Author

2 thoughts on “Kesên ku nikaribin Kurdayetîyê bikin, bila xelkê nexapînin

  1. Berxê dibe beran di kozikê de kifşeye, xûya dike Mesrur jî wê wek bavê xwe bibe Kurdparêzekî mezin. Xwedê bi te re be Mesrur çavên te maç dikim.

  2. niha li kurdistane shere ragehandine ninav bera tevgera Goran serokatiya Newshirwan u parti serokatiya Mesud barzani eve cend meh bun bendeng bibun le disa dest pe kir , eve dibejin em qaremanin yedi dibejin em qaremanin heke hun nvesina sorani bizanin rojnamen lvin u hawlati u sbeyi temasheken de zanin ci dibit kurdistane rojane ci rudidet rasti kes xema kurdayetye nine nuke hemya ya buye propagende her kes reklmae bo xu diket kes nabejit dewe min tirshe )))

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.