Xalê me Turk Kurdistan kir yek

Xalê me Ehmed Turk, di şahîya Qoserê de çend lotikên Kurdewarî  avêtin derûdorê, dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş kir.

Xalê me Turk, di axavtina xwe de piştgirîyek mezin da berxwedana Kurdên binxetê û got: „Binerin kezebno, bila herkes zanibe ku wê 4 parçeyên Kurdistanê bibin yek. Wê ev tir ji dagîrkeran re nemîne. Emê hilê wan li milê wank in, emê kurtanê wan li pişta wank in û paşûpê berê wan bidin cîyê ku jê hatine“ û pê de çû.

Kuro aferîn û her bijî ji te re cîgerim!

Aha wilo lo, lotikên wilo Kurdewarî bavêje gidî!

Kuro bi namûs ezê di hilbijartinê de dîsa raya xwe bidim te û tu sax…

Qoser

About The Author