GEL

Ji xwîna xwe gola xwînê, rengê alê çêkir te

Li kevya golê mêrgek kesk, seqa rojê dabû te

Berî niha belengazî, sikur xwar perîsan te

Niha tu azad û serbest, nîne neyar  li axa te

 

Her şeref û şana te ye, serbilindî ji bo te

Berzan Qadî û Seîd, îro bûne nîşanên te

Biparêze weke çavan, dîyara bav û kalên te

Bikole rayên qolonyalîst, bimînin xerabe bo te

 

Çar parçebûn niha bûn yek, sed aferîn ji bo te

Dewsa sînor êdî gul in, pişkivîn bi kenê te

Hew hev dikujin ê yek bin, aşitî bi destê te.

Îro bû serbixwe welat, bi pas û nifûsa te

23.02.1988

About The Author