ÇARSED BIZIN

Pîyanis/Peyanis nehîyek Hekarîya ye. Pîyanisî bi henekên xwe yên nehs navdar in.

Çi kesên ku ne Pîyanisî bin, nikarin tehemûlê henekên wan bikin. Xasma melle, çi melle ji ber henekên wan yên nehs nikarin sala xwe temam bikin.

Rojekê melleyek bi xwe bawer dibê: Ezê biçim û li Pîyanis bibim melle û sala xwe jî biqedînim.

Melle diçe Peyanis. Gundî li dorê dicivin, xêrhatinê didinê û jêre dibêjin: Biner melle, em gelek tiranan/ henek/ laqirdîyan dikin, heta niha çi melleyan sala xwe li cem me ne qedandiye. Bila haya te ji te hebe.

Melle: Ez gelek tehemûlê henekan dikim, hema heta ji we bê henekan bikin û ez naxeyidim.

Mezinê wan Silêmanê Têcir dibê: Binere melle, em lêre/li vir/vira/ 400 mal in. Heke tu salekê tehemûlê henekên me bikî û ji vir neçî, em soz didin emê serê malê bizinekê bidin te.

Melle: Ji bo 400 bizinan ez dikarim 10 salan jî tehemûl bikim û neçim.

Gundî: Ne- ne hema salek bes e.

Gundî gelek henekên nehs li melle dikin. Lê melle ji ber 400 bizinan hinek henekan dadiqurtîne, ji hinekan re xwe dixeyidîne lê terka gund nake û bi vî rengî 6 mehan xwe radigire.

Gundî li hev dicivin û dibên: Kuro ev melle xurt derket, terka gund nekir. Em çi bikin ku melle ji gund here ?

Dawîyê biryarê didin ku kes roja xudbê neçe mizgeftê. Roja xudbê melle disekine- disekine kesek nayê nivêjê, mecbûr dimîne tena serê xwe nivêjê dike, dema ew nivêjê dike mezinê wan  Silêmanê Têcir bi cemeet tê mixgeftê.

Dema melle diçe sicdê û xwe dicemîne Silêman kopalê xwe yê heyzeran di dora qûna wî de dibe-tîne û ji gundîyan re dibêje: Binerin gundînoooo! Aha ji vî tiştî re dibêjin nimêj, min jî di xortanîya xwe de çend caran kiribû û kopal li qûna melle radike/dike qûna melle.

Melle diqehire, nimêjê betaldike û dibê: Ku mezinê we waha bike, neku 400 lê hûn 4000 bizinan jî bidin min, ez seetekî li pîyanis namînim.

Û diçe bi wê çûnê

About The Author