Çima li Enqerê lê ne li Amedê?

Belê, kongreya BDP dest pê kir û dê weledê xwe avêt.

Balkêş e, kongreya hevallerên me bi ala Tirko (ew ala ku bi xwîna Kurdan sor bûye) û posterê Ocalan vebû û bi dawî bû. Helbet em ne li dijî posterê Ocalan in, çimkî  ne ji Ocalan be ew kesên li kongreyê nikarin siyasetê bikin, nikarin bêrîkên xwe dagrin û zikê xwe mezin bikin. Kesê ku jiyanê dide siyasetmedarên BDP helbet Ocalan û „ranta“ li ser Ocalan e. Heke wan kesan fêde û berjewendîyên xwe di Ocalan de nedîtina, bawer bikin navê wî nedianîn ser zimanê xwe jî. Lê xwedê ji Ocalan razî be, xwedê wî ji Îmralîyê azad bike, bi xêra wî gellek kes bûn milyoner, gellek kes bûn xwedî apartiman û bûn holdîng û baron.

Axir, di kongreyê de Seloyê me û xaltîka me Kişanak dîsa bûn hevserok û serlotikvanên BDP. Di axavtinên xwe de herdu lotikvanan pirsa Kurd û Kurdistanê dîsa bi azadîya Ocalan ve girê dan û kursîyê xwe saxlem kirin. Êêêêêêê, ciyê ku goştê elokê jê bê, ma meriv behsa goştê mirîşkê dike, na!

Xaltîka me Kişanak pesnê başqan Ocalan da û ew firand ber perê ezmanan. Ew kir serokê PKK û serokê gelê Kurd! Helbet Ocalan serokê PKK ye, ev bê şik û bê guman e. Lê mesela ku Kişanak serokê xwe dike serokê gelê Kurd (!) aha ev çîrokek ne rast e. Ê tabî canim, ma ku wilo nebêje kare kursîyê wekîltîya xwe saxlem bike? Na.

Werhasilî kelam, sayin Ocalan serokê kê ye ne serokê kê ye ne xema min e. Lê Kişanak ji bîr dike ku li bakurê Kurdistanê zêdeyî 20 milyon Kurd hene û ji wan 20 milyonan kêm-zêde tenê 2 milyon Kurd dengê xwe didin BDP û PKK. Lê ew 18-19 milyonên din? Ma ku wan jî Ocalan wek serokê xwe qebûl bikirana, çima wê dengên xwe bidana Kasimpaşalî Receb û nedabûna Ocalan û BDP hi?

Neyse, serlotikvan Selahattîn Demîrtaş jî behsa girîngîya „Xurtkirina desthilatdarîyên herêmî“ kir, çîrok û çîvanokên berê anîn zimên û qet behsa daxwazên netewî nekir. Balkêş e, di dema xwe de dijminê riknê milletê Kurd Kenan Evren jî daxwaza heman tiştan dikir, ango digot „Divê desthilatdarîyên herêmî bên xurtkirin“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, sal bi sal xwezî bi par.

Wê qedera vî milletê mazlûm û xwelîliser kengî bê guhertin ez nizanim. Lê tiştekî zanim ku ew jî ev e:

Heta hefsarê me di destê Tirk, Ereb û Eceman de be, wê pozê me her di nava gû de be û xelas…

Ê de kongreya we pîroz û bimbarek be cîgerim…

Keta kongreyek din kî saxeeeeeeeee, kî mirî ye, xwedê kerîm e…

Haaaaaaaa, birastî lo;

BDP çima kongreya xwe ne li AMEDê lê li ENQERÊ çêdike?

Enqere

About The Author