Şeytano behsa şeytên kir

Serokê Komisyona Makzagona Meclîsa Tirkiyê û parlamenterê AKP Bûrhan Kûzû, lotikek wek xwe şeytanokî avêt û zimanê Kurdî xist nizanim çiyê xwe.

Oxlim Kûzû di TRT Turk de beşdarî bernameya Omer Şahîn a bi navê „Goruş Farki/Ferqa Ramanê“ bû û zîtirkên bergîlkî avêtin.

Kuzu perwerdehiya zimanê Kurdî bi awayê „guhdarkirina şeytên“ bi nav kir û diyar kir ku perwerdehiya Kurdî wê welat parçe bike.

Esasen tirsa qûna Bûrhan Kûzû di cîh de ye. Kurd bi zimanê xwe hene. Heke zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê,  wê qûş li Tirk û zimanê wan biqete, wê di nava demê de Kurdî bibe zimanê serdest û wê Kurd li Tirkan siwarên. Hem jî bê kurtan…

Axir, çawa ku cin ji hesin ditirsin, Tirk jî ji zimanê Kurdî ditirsin.

Îcar Kurdino, oxlim, xwelîliserno, ziman û heta bi mirinê ziman.

Bi zimanê xwe bixwînin, bidin xwendin û binivîsin qurban…

Stenbol

About The Author