Bajo xalê Selîm bajooooooo!

Belê kezebno…

Girtîyên me di zindanên dewletê de ketine rojîya mirinê, can û ruhê şîrîn dikin qurbana daxwazên xwe û fedakarîya herî bilind dikin. Ew ji kîjan partî yan rêxistinê bin bila bibin, çi raman û helwestê diparêzin bila bikin, di encamê de ew zarokên me ne, Kurd in û zikê me li ser wan dêşe.

Lê car carna ez helwesta van BDP î yên me, helwesta van kesên ku li ser xwîna keç û xortên me diçêrin, siyasetê dikin û kursîyên xwe saxlem dikin, pir meraq dikim hûn zanin.

Aha ji we re nimûneya herî piçûk, nimûneya herî eşkere di van wêneyan de xuya dike. Hinek yan jî piranîya çawîş û başçawîşên BDP î yên ku girtîyên me, zarokên me dişînin mirinê, li ser xwîna wan siyasetê dikin lê ew bi xwe nakevin grêvên birçîbûnê (grêvên mirinê ji xwe tew newêrin xwe nêzîk jî bikin), kêf kêfa wan e. Keç û xortên Kurd di zindanan de mirin nemirin ne xema xirrê kurê wan e.

Birastî çima ev kone û canbaz zarokên me dişînin mirinê ka hûn nabêjin? Ê law 100 şaredarî di destên we de ne, hûn di meclîs û parlamentoyê de ne, derfet û îmkanên we yên legal û demokratîk pir û pir in, çima hûn wan derfetan bi kar naynin, di warê dîplomasî û qada legal de lobî çênakin? Çima hûn ji bo rewşa Ocalan, xweparaztina bi zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî li Ewrûpa û seranserê cîhanê dîplomasîyê nakin û cîh li dewleta Tirk teng nakin? Ma hûn gurê wan reben û hêsîrên hepsê ne babam? De heke ne fen û fût bin, heke ne dek û dolab bin, hûn jî têkevin grêvên mirinê hi! Hûn jî can û ruhê şîrîn feda bikin cîgerim!

Naaaaaaaa!

Yê wan can e, yê girtîyên zindanan bacan e ne!

Êêêêêêêê, navê vê lîztik û govendê siyaset e babam siyaset!

Belê, şaredarê bajarê Sêrtê xalê me Selîm Sadak cejna komara Tirko (29 Ekîm Cumhurîyet Bayrami) pîroz kir, tew sergovendî jî kir û beroşek pelûla germ bi ser serê girtîyên heps û zindanan dakir..

Kilîlîlîîlîîlîî, şabaş, şabaş ji lotikên BDP re şabaş!

Sêrt

About The Author