Qantir za!

Birazîyê dengbêjê navdar Şakirê Mûşî, hunermend û fîlmçêkerê germik û nermik Ozcan Denîz, di jiyana xwe de belkî cara pêşîn e behsa mesela Kurd kir û lotikek avêt. Ozcan...

Birazîyê dengbêjê navdar Şakirê Mûşî, hunermend û fîlmçêkerê germik û nermik Ozcan Denîz, di jiyana xwe de belkî cara pêşîn e behsa mesela Kurd kir û lotikek avêt.

Ozcan Denîz ê ku hevpeyvînek daye rojnameya RADÎKAL ê, bi tirs û sergirtî behsa mesela Kurd kiriye û heta jê tê û hatiye behsa Kurdbûna xwe nekiriye, xwe ji pirsgirêka Kurd dûr xistiye û xwe di bin cilikê de veşartiye.

Ozcanê me ji RADÎKAL ê re dibêje ku tucarî xet û xêzek wî ya siyasî çênebûye, ew tucarî bi nasnameyek bi vî hawayî negeriyaye. Cîgerim rexnan li hinek derhêneran jî dike ku ew bi çêkirina fîlmên li ser Kurdan zirarê didin nasnameya Kurdî.

Ozcan Denîz, dibêje ku rewş û şertên Tirkiyê rê nadin ku meriv karibe li ser pirsa Kurd raweste, ew samîmîyet tuneye. Hem temaşevanên sînemayê û hem jî dewlet rê nadin meriv bi eşkereyî li ser pirsa Kurd raweste.

Werhasilî kelam, lotikvanê qerase, stranbêjê germik û nermik ku wan deman dest bi derhênerîya fîlmên sînemayê jî kiriye, lotikek sergirtî hem li dewletê û hem jî li PKK xistiye û dibêje: „Herdu alî jî di çareserkirina pirsa Kurd de ne samîmî ne. Belkî ji ber vê sedemê ez xwe nêzîkî vê pirsê nakim“ û niyeta xwe eşkere dike.

Axir,  Ozcanê me berî mirina xwe cara yekem be jî behsa pirsa Kurd kir û xwe ji bin cilikê derxist.

KIlîlîlîlîlîlîlîlî, şabaş ji Ozcan Denîz re şabaş!

Stenbol

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Barzan
    7 November 2012 at 00:58

    Ji qùze tirkèn spiè ter bù.De fermo qunikrè§ tu u kùrdiyatiya te.

  • Ararat
    21 November 2012 at 03:19

    Ew biraziyê Şakirê Mûşî nîne biraziyê Şakirê Mezin e (Agirî). Şakiro Mûşî biçûk e heyran, 30 salî heye an jî na. Hûnê jî bêjin em Kurdin, hey mala minê.

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...