Dîkê çê di hêkê de bang dide

Wek hûn zanin û dişopînin, Nûrî El Kurê Dêlê dîn û har bûye, dijminatîya xwe ya veşartî derxistiye holê û êdî bi eşkereyî dijminatîya Kurdan û herêma Kurdistanê dike. Kurê kerê ji bo têkbirina desketinên başûrê Kurdistanê her tiştî dike, her dek û dolabê digerîne û hetta hêzên taybet yên wek Hêza Dîcle jî dadimezrîne. Lê ji bîr dike ku qehremanekî wek Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ye û ewê tucarî tawîzan nede wî û daxwazên wî, ewê tucarî serê xwe li ber dêqehpekî wek Malikî netewîne.

Serok Barzanî di derbarê rewşa Iraqê de ji rojnameya Zaman re axivî û çend lotikên Kurdewarî li Nûrî El Kerîkî xist.

Serok Barzanî anî zimên ku Kurd şirîkên bingehîn yên Iraqê ne û divê oxlim Nûrî Malikî rêzê ji destûra Iraqê re bigre. Serok Barzanî herweha anî zimên ku Nûrîko dixwaze artêşa Iraqê tenê ji bo berjewendîyên xwe yên kirêt bi kar bîne û ewê tucarî serê xwe ji daxwazên Malikî re netewînin, ji xeynî xwedayê mezin ewê ji kesekî re serçogîyê nekin.

Axir, Serok Barzanî doh jî û îro jî çog ji kesekî re dananîye erdê, dev ji berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bernedaye û wê vê lotikê ji Nûrî Kurê Dêlê re jî nehêle..

Kuro her bijî ji te û malbata te re û xelas!

Hewlêr

About The Author