Çima hevkariya bi çepgirên tirk re stratejiyeke şaş e?

Evdila Koçer

Berî ku hin kes aciz bibin, ji kerema xwe re bila gohê xwe bidin çend sedemên min.

Şaş e: Ji ber ku bi qasî nîv parlamenterî jî dengê partiyên tirk yên çep tune ne, loma heqê siyaseta kurd tune ku sê çar parlamenterî diyarî çepên tirk bike! (Li vir rewşa Sirri Sûreya Onder gelekî cûda ye! Ji xwe ew jî xwe naxe nav konê klasîk yê çepên tirk!)

Şaş e: Kesên ku ji min bawer nakin, bila li îstatîstîkên dawî yên 5 hilbijartinên Tirkiyê binêrin; Dê bibînin ku ew her dem li ser milê civaka kurd barekî mezin in!

Şaş e: Ji ber ku dema lazim be, çepgirên tirk bi teoriyên xwînşîrîn ve aqilê siyasetmedarên kurd diçelqînin û rê li ber geşedana neteweperweriya kurd û Kurdistanê digirin.

Şaş e: Ji ber ku di van 30 salên dawî de hemû „dew û mast“ê çepên tirk hatiye ceribandin; lê tu xêra wan ya konkret negihîştiye dîwarekî Kurdistanê jî.

Şaş e: Ji ber ku êdî zarokekî Kurdistanê jî dizane ku partiyeke ku tu tiştê wî tunebe meriv nikare pê re hevkariyê bike, lê helbet meriv dikare piştgiriyê bidiyê.

Şaş e: Ji ber ku zikê Bakur ji teoriyên çepên tirk heta tu bêjî têr e; pêdivî bi rengînî û kurdbêjiya hemû partî û dezgehên kurd heye; nexwe tiştên din çeqçeqok in.

Şaş e: Ji ber ku çeqçeqokên çepên tirk ji Kurdistanê re deriyekî azadiyê venakin bavê min; êdî gohê xwe bidine „aşê Kurdistanê“!

Şaş e: Lêêêê… Helbet bila kurd şev û roj „goşt û birinc“ê bidine çepgirên tirk, bila ji wan re mêvanperwer bin, dema lazim be bila zikata siyaseta xwe jî bidine wan, lê bila qet û qet „mase û kursî“yên xwe yên siyasetê teslîmî çepên tirk nekin, ji bo Xwedê!

Şaş e: Ji ber ku li Tirkiyê çepgirtiyeke rast tune ye û nehatiye avakirin; êdî her kes jî dizane ku bi destê Atatûrk û MÎTê çend partiyên çep hatine avakirin.

Şaş e: Divê êdî partiyên çep yên tirk li ser bêndera siyaseta kurd neçêrin û divê êdî dev ji pêsîra civaka kurd berdin heyran.

(Ka bise, ez 10 deqeyan jî bixim „Heylo hawarrrr!“ belkî hema kesekî dengê min seh kir!)

Heylo hawarrrr!

Hevkariya bi çepgirên tirk re şaş û malxirabî ye heyran!

Heylo hawarrrr!

Hevkariya bi çepgirên tirk re şaş û malxirabî ye heyran!

About The Author