Ocalan psîkolojîya wî kiriye şorbe

Wer xuyaye Qasimpaşalî Receb û serokê Kurdên dinya û axretê başqan Ocalan psîkolojîya hinek Tirk û Kurdan kirine şorba nîskê û tir ji wan berdane.

Meselen wekîlê partîya MHP Ozcan Yenîçerî.

Wekîlê partîya MHP sayin pozdirêj Ozcan Yenîçerî, berî niha zimanê wî li hev herbilîbû û ji Ocalan re gotibû „Sayin Ocalan“. Piştî vê gotinê, Ozcan Yenîçerî ketibû devê xelkê û bûbû qirdik. Piştre Yenîçerî bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku zimanê wî li hev herbilî ye û gotina „sayin“ bêhemdî ji devê wî derketiye.

Û niha?

Niha jî dîsa zimanê pozdirêjo li hev herbilî. Lê lotika vê carê lotike haaaaaa, ma „sayin“ û „mayin“ ji ber ve çiye?

Vê carê çi got sayin Yenîçerî?

Di preskonferansa meclîsê de got: „Başbakan Ocalan.“ Ango „Serokwezîr Ocalan.“

Halla hallaaaaaa sayinYenîçerî!

Law ma hema gava tu behsa Ocalan dikî zimanê te li hev diherbile oxlim?

Îcar Yenîçerî çi mahne ji xwe re dît?

Dibêje: „Law welleh, billeh û tilleh, Qasimpaşalî Reco û Ocalan psîkolojîya me kirine şorba nîskê. Herduyan dest dane hev û nîhane mejîyê me qardaşim“ û ajotiye.

Ez serê xwe û we neêşînim, nizanim ne birastî zimanê vî pozdirêjê Yenîçerî li hev diherbile û ne jî ew endamên partîya xwe di derbarê Ocalan de hêdî hêdî germik û nermik dike.

Ma kî zane babam, belkî birastî jî rojekê başqanê me bibe serokwezîrê van Tirko qerdaşlerên me ha,  we go çi?

About The Author