Rehma xwedê lê be, cîyê wî bihuşt be

Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’an de li gundê Barzan ji dayik bûy. Di 1905‚an de bi dayika xwe re, ji aliyê Osmaniyan ve hat zîndankirin. Barzanî di 1931‚ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş. Li gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî, di rêberiya şoreşa Kurdî, de li dijî rejîma padîşahê Îraqê ji bo bidestxistina mafên milletê Kurd beşdarî şoreşê bû. Barzanî li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945’an, çû Mehabadê û beşdarî damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê bû û wek wezîrê cenyê hat destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê bû. Mistefa Barzanî, di sala 1958’an de vegeriya Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970’î, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

Di 1975‚an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê bû û li wir di 1’ê adara sala 1979an de çû rehmetê.

Mela Mistefa Barzanî li Barzan hat veşartin.

Bila rehma xwedê li vî serokê mezin be, ciyê wî bihuşta rengîn be.

About The Author