Betato û şeytan

Li gora ola îslamê kesên herin hecê, pêwiste li wir herin ricma şeytên jî.

Dema berê gava hecacan şeytan diricimandin yani kevir davêtinê, kevirê wana pirê caran çep diçû. Bi vî hawayî gelek kes bi kevirê hecacan dihatik kujtin. Piştre ji wan re çarek dîtin û bi rehetî keviran davêjin.

Dibên rojekê dîsa dema hecac diçin ricmê, şeytên jî xwe daye kêlekikê û li wan temaşe dike.

Dibîne du kes ketine bin milên yekî kor, dawa wî tije kevir e û çawa bi hêrs keviran davêje. Kevirên wî xelas dibin lê dilê wî hênik nabe, îcar pêlava xwe jî derdixe û wê jî davêje.

Ev bala şeytên dikşîne.

Şeytan radibe dice pêşîya yê kor û jê dipirse:

– Brako, ev tu ji çavekî an ji herdu çavan kor î?

– Na weleh ez ji herduka kor im.

– Birako, ma çi bi çavên te hatine, ev qey hineka weha li te kir?

– Na weleh! Dema xwedê ez dam çavê min kor bûn, emrê xudayê min e.

– Başe birako! Ger xudayê te,ji herdu çavan te kor kiribe û te xistibe vî halî, here heyfa xwe ji wîna hilîne, ma ya min çiye tu kevira davêje min!

Îcar ev jî mesela me û serokê Hizbûllah a Iraqê Betato ye (Wasiq Betat). Xelk her roj bi sedan ji wana dikujin dengê xwe nakin, lê berê xwe didin me û zirta li me dikin.

De tu bi qurbana seytên be û hew

About The Author