Celladên bav û kalên me di vê goristanê de ne

Li bajarê Stenbolê, di goristana Eyyûp ê de gor û mezelên celladên Osmanî derketin holê. Li gor sîxur û ajanên Lotikxanê dibêjin, celladên di van gor û mezelan de serê gellek bav û bapîrê Kurdan jêkirine.

Dîsa li gor sîxurên me dibêjin, dibêjin di heyama Osmanîyan de celladan ne karîbûn biaxivin, ne jî karîbûn bibihîzin. Ji bo ku kujtin û serjêkirinan eşkere nekin, zimanê wan jêdikirin. Û ji bo ku dengê hawar û qîrîna hêsîran neçe wan û dilê wan bi hêsîran neşewite, guhên wan kerr dikirin. Bi vî hawayî cellad ji hestên mirovatî dûr diketin, zalim bûn û cellad bûn. Piştî ku ev celladên zalim dimirin yan dihatin kujtin, dewletê nav û paşnavê wan li ser kêla mezel nedinivîsandin.

Çima?

Ji bo ku kes wan nas neke û heyf û tola xwe ji malbata wan nestîne.

Axir, tirb û mezelên celladên Osmanî li bajarê Stenbolê, li taxa Eyyûp ê ne.

Ez di kefenê 101 bavê wan de bimîzim û xelas..

Stenbol

About The Author