Kasimpaşalî lotikek têr îman avêt

Serokwezîrê Tirkîyê Kasimpaşalî Receb beşdarî bernameya Kanan D û CNN Turk bû, lotikek têr îman avêt û behsa Kurdistanê kir.

Cîgerim Receb di bernameyê de got “Di dema Osmanîyan de jî eyaleta Lazîstan û Kurdistanê hebû. Divê meriv ji sîstema eyaletan netirse qardaşim” û da bin dûvê tirşikçî û mirşikçîyên dewletê.

erdo Kopie

Cîgerim Receb darek xist qûna partîyên wek MHP û got: “Erê lo, oxlimler hem dibêjin em berdewama Osmanîyan in û hem jî li dijî pêkanîn û kiryarên Osmanîyan derdikevin. Tu xêr ji van qûnekan dernakeve wesselam” û hefsarê hespê xwe berda.

Kasimpaşalî Receb bi berdewamî anî zimên ku ew pêvajoyê baş û serketî dinirxînin û piranîya xelkên Tirkîyê piştgirîya pêvajoya aştîyê dikin. Lê Recebê me bi şeş telaqên bê fitû sûnd xwar ku di bernameya wan de “efûyet giştî” tuneye

Werhasilî kelam, yekî wek Kasimpaşalî Receb radibe li hebûna “Eyaleta Kurdistanê” xwedî derdikeve û disediqîne, lê serok û rêvebirên me jî dev ji Kurdistanê berdidin û didin dû qûna Konfederasyona Rojhilata Navîn û filan û fîstan.

Gelo ev jî nîşanek roja qiyametê ye, yan jî gûyekî din e ez jî nema zanim ellahwekîl…

Enqere

About The Author

One thought on “Kasimpaşalî lotikek têr îman avêt

  1. Ger tu nizani ev ciye, mishade bike eze ji tere bi kurtasi bejim: ev encama xebata partiya karkere Kurdistan e oxlim!!

    Eyaleta kurdistane we cebibe, kurd we li we eyalete xwe bi xwe bireve bibin, Mafe kurda we bikeve anayasi e. Edi we dinya kurda qebul bikin. Ev tisht we be Beton kirin.

    Ev destpeke oxlim. Duvra gava 2 despe dike. Ev siyasetik strateji.

    Te fam Kir?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.