Şofêrê otobozê bû serokdewlet

Belê, piştî ku lotikvanê sermezin û dostê Saddam, Ehmedînejad û Beşarko Hugo Chavez mir û pençeşêrê pê veda, kevneşofêrê otobozê Nîcolas Madûro bû serokdewletê Venezuela û di hilbijartinan de qûş li rikberê xwe Henrîque Caprîles qetand.

Nicolas-MaduroNîcolas Madûro piştî ku dev ji şofêrtîya otobozê berda û di nav partîya sermezin Hugo Chavez de dest bi lotikên siyasetê kir, bû cîhgirê wî û li ser koka Hugo Chavez rûnişt. Piştî ku Chavez ket xefika kanser û pençeşêrê û keçel û gurrî bû, Madûro simbêl ba da û fatîhayek li ser can û cesedê Hugo Chavez xwend. Û piştî fatîhayê jî mêro di hilbijartinan de bû serokdewlet û hew behsa otoboz û motobozan kir.

Axir, şofêrê otobozê Nîcolas Madûro bû serokdewletê Venezuela qurban.

Ma dora me Kurdan.

Gerçî bawer nakim  şofêrekî wek min rojekê bibe serokdewletê Kurdistanê, lê dîsa jî hêvîya min xurt e. Ma Nîcolas Madûro ji min ne çêtir e û bi ellahwekîl şofêrtîya wî jî ji şofêrtîya min ne xurttir e.

Lê ev çaycî hene ya?

Aha van çaycîyan pişta min şikenandiye.

Hûn zanin, di nav siyaseta Kurdên bakur de her tişt di destê çaycîyan de ye. Çaycî fermandarên siyasetmedarên Kurd in û pirê caran çaya tehl jî didin siyasetmedarên Kurd.

Ji ber vê, bawerim heta çaycî hebin wê şofêrên otobozê nikaribin di siyaseta Kurd de bibin xwedî erk û gotin, we go çi?

 

About The Author