HEMÛ XIRABÎ JI RÛYÊ QÛNRÛTAN E

Firoşgeha du Kurdan li bajarekî Tirkan li tenişta hev e. Yek ji wan Kurdan Hemîd e, yek jî Menaf e. Wexta derfet çêdibe û hewa jî baş be, derdikevin ber derî rûdinên, suhbet dikin.

Demsala biharê meha Avrêlê (Nîsan) hewa bi destûr bû, rûdiniştin him suhbet dikirin, him jî çûyîn û hatina papûrê raçav dikirin. Bi germbûna hewayê re keçikan pêsîrên xwe vekiribûn, memikên xwe berdabûn, cilên seksî li xwe kiribûn. Hemîd wexta yeka wilo didît, ji Menaf re digot “ Kuro bila yeka meriv ya wisa hebe bila mirov tî û birçî be, tu dibînî çi rinde ne wisa ?

Bankoboev.Ru_pyshnaya_grud_i_malenkii_rebenok

Menaf jî digot “ Law tu dikevî gunehan, malneket tu bi çavê xwe zînayê dikî.

Piştî çend rojên xweş hewa guherî serma çêbû.

Rojekê Menaf got “ Hemîd ev çi sermaye çêbû ? Qaşo bihare ne wisa?

Hemîd got “ Law hemû ji rûyê van qîzên qûnrût e, hîna du roj germ bû nebû xwe tazî rût kirin. Xwedê jî razî nehat, lewma hewa guherî, bihar li me kire zivistan.

Menaf kenîya û got “ Law tu qe qala kirinên xwe nakî, qey tu pir evdekî bêgunehî ne ? Çima ji rûyê qûn rûtan, ji rûyê yê wek te zînêkar  bihar bû zivistan. “ Werhasil.

Bi rastî van rojan bihara gelê Kurd jî kirine zivistan, êdî zînêkar in yan jî qûnrût in nizanim

About The Author