Li başûr 203 radyo û TV hene, wax wax wax!?

Li ser bext û wîjdanê Sendîqaya Rojnamevanên Kurdistana Soranistanê be, dibêjin li herêma Kurdekan 203 radyo û qenalên televizyonê hene.

Li Duhokê 13, li Silêmanî ya Mam Celal 21 û li Hewlêrê jî 43 qenalên TV’ê hene. Li Duhokê 43, li Silêmanî 25 û li Hewlêrê jî 35 radyo hene.

Di çapemeniya nivîskî de jî li Herêma Kurdistanê 650 rojname û kovar hene.

Wey bavooooooo, wey bavo!

Law bi namûs 203 radyo û TV ji Kurdekan re kêm û hindik in wî!

Gerek 5-6 milyon radyo û TV yên başûrîyan hebûna baba, ma 203 radyo û TV jî tiştek in?

Êêêêêêê, petrol pir e, pare û dolar pir in, gendelî û diz û keleşî ji xwe bê hed û bê hesab e, ma çima ne 203 radyo û TV?

Birastî lo, 203 radyo û TV, îcar gelo çend  kes di van qenalan de dixebitin? Yan jî xwedîyên van qenalan, navê çend karmendên zêde dinivîsin û çend milyonên zêde ji hikûmetê distînin? Yan jî çend radyo û qenalên xeyalî hene?

Axir û werhasilî kelam, Kurdistana Soranistanê bûye wek hola lotik û zîtirkan. Elhemdulîllah petrol pir e, pare jî pir in, wey li wî yê ku ji betalî û tiralî qenalên radyo û televizyonan veke.

Welle heyran ê me ne radyoyên me hene, ne jî qenalên televizyon û melevizyonan. Lotikxaneyek me heye bi naveroka xwe û bi Kurdayetîya xwe berberî 203 radyo û qenalên televizyonên kakacanan in û hûn sax…

Hewlêr

About The Author