Ev çi pelûl û çeqilmast e?

De werin û kirasê xwe neçirînin, de werin şerwalê xwe nedirînin û şût û rût li kolanan negerin. Heke di siyasetê de kesekî ev sosret û şorba nîskê dîtibe ji xwe ez bi tiştekî nizanim. Incex Kurd karibin vê xwelîliserîyê bikin. Û incex Kurd karibin heq û hiqûq, îtîbar û kesayetîya hevdu bixin bin lingan û biperçiqînin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, li ser bextê Emîn Caferî û hinek lotikvanên din be, dibêjin xalê me Sertaç Bûcak (kurê rehmetî Faîq Bûcak) xwe ji ezmanê heftan bi „paraşûtê avêtiye“ û xwe li ser dîwana serokatîya partîyek bakur danîye. Xalê we Sertaç Bûcak, bêyî ku rojekê jî bûbe endamê wê partîyê, bûye serokê partîyê û simbêlê xwe yê spî û qeytanî ba daye.

sertac Kopie

Xalê we Sertaç Bûcak, piranîya jiyana xwe ya siyasî di nav PSK de derbas kir, destê rastê yê xalê me Kemal Bûrkay bû. Pê re çûbû Şam û Lezqîyê û bi başqanê Kurdên dinya û axretê Ocalan re xwarin jî xwaribû, protokol jî îmze kiribû. Sosyalîst bû û partîya ku îro bûye yan jî hezbelqeder ew kirine serokê wê, wek „kevneperest“ didît. Piştre rê li ber xalê me Bûcak wenda bû, şev û roj lê geriya, şev lê bûn roj û roj lê bûn şev, piştre got „Bay bayyyyyyyyy“  û ji PSK veqetiya. Ê helbet ji bo siyasetmedarekî betalî û tiralî ne xweş e, kurmê siyasetê jî wek kurmê cixarê ye ha, go ket nav xwînê hew jê derdikeve. Piştre xalê me Sertaç ket nav grûpa „Lêgerîna Kurdên Demokrat“ û ji xwe re virde gerîya, wêde gerîya, lê tiştek nedît. Piştî ku bi lêgerînê tiştek nedîtin, Lêgerîna Kurdên Demokrat jî xwe fesex kir û li qûnê rûnişt.

Ma çi?

Ma ew ku meriv li ser keda belaş rûnê. Ma ew ku meriv li ser keda kurê ciwamêran rûnê, belaş, bê ked û zehmetî, bê xwêdan û endametî xwedî li partîyekê derkeve û tew bibe serokê wê partîyê jî…..

Yaw birastî lo, çawa kesekî ku ne endamê partîyê be, kesekî ku çima kurê Faîq Bûcak e, bikin serokê partîya xwe?

Law ma zilam di nav we de nemabûn sayin Xelo û Celo?

We çawa kumê xwe li serê xalê xwe Sertaç kir babam?

Yan kesekî ku serokatîyê ji we re bike di nav partîya we de tunebû?

Yan jî we dîsa partîya xwe kir bi qurbana berjewendîyên xwe yên şexsî?

Werhasil, bêguman, tu kîndarî û dijberîyek me li dijî birêz Sertaç Bûcak tuneye. Lê Sertacê me ne zarok e, ne xeşîm e, bi salan siyaset kiriye, rêveberîya rêxistin û partîyan kiriye, isûl û heq û hiqûq çiye dîsa baş zane.

Madem tu heq û hiqûqa rêxistin û partîyan baş zanî, çima te pêl heq û hiqûqa vê partîya (ne partî) kir û te serokatî qebûl kir kezebo? Ma tu endamê partîyê bû? Na. Ma te rojek tenê jî ked û xizmeta wê partîya (ne partî) kiribû? Na.

Çawa wîjdanê te qebûl kir tu xwe di ser ked û xwêhdana himalên wê partîyê re biqevêzî û bibî serok û merok qardaşim?

Lê bawer bike ne sûcê te tenê ye xalê Sertaç…

Sûcê „Her du super partîya ye„.

Partîya Reco û partîya Emîn Caferî.

Her du partî jî dixwazin vê partîya qedîm qûnek bikin û bi namûsa wê bilîzin, bikin qirdik û meymûn û berdin nav kuçe û kolanên dewleta Tirko.

Bi kurt û Kurmancî sayin lotikvanler, wer xuyaye hinek xêrnexwazên sererd û binerd çawa ku tilîyek avêtin bin dûvê PKK, dixwazin bi destê Sertaç abêmiz û hinekên din, qûşê li vê partîyê jî biqetînin wesselam…

De xwedê kerîm û rehîm e lo…..

 Enqere

About The Author