‘Dema şîva we bû tirşik vegerin’

Zeki-OzmenDi dîwanên hunermend û nivîskarên kurd de mirov gelek caran dibihîze ku qedrê hunermend û rewşenbîrên li derveyî welêt dijîn li welêt bêhtir tê girtin.

Ne tenê yên li welêt dijîn…

Her wiha bi taybetî gelek hunermendên li derveyî welêt dijîn jî di wê baweriyê de ne ku dema hunermendek ji welêt tê Ewropayê bêhtir qedrê wî tê girtin.

Ka em navberê piçekî tengtir bikin; Nivîskar an hunermendek ê li bajarekî dijî jî di wê baweriyê de ye ku derdora wî bêhtir qîmet dide yên ji derveyî wî bajarî…

Ji xwe festîvalên şaredariyên kurdan di vî warî de nimûneyek xweş e. Mirov gelek caran ji hunermend û nivîskarên herêma festîval lê tê lidarxistin dibihîse ku wekî şaredarî raxbetê nîşanî nivîskar û hunermendên ji derve dikin, nîşanî yên xwemalî nakin…

Ev şikayet ne tenê li nav nivîskar û hunermendan hene…

Em berê xwe bidin civakê û bi taybetî malbatan; Mirov gelek caran pêrgî şikayetên filankes bêhtir ji filankes hez dike tê. Ji xwe em behsa gotinên mêhla dê û bavan li ser filan keçê an filan kurê malê bêhtir heye nekin…

Gelo naveroka hevokên li jor hemû pêşdarazî ne?

Na!

Cihên kesên dûr di nava jiyanê de cihekî taybet e.

Tiştên dûr meraqê bi xwe re diafirînin. Hesret dibe sedem ku ev meraq bêhtir bibe. Mirov bi hûrbînî li ser kesên dûr difikirin. Ji xwe nivîskar Arthur Schnizler jî dema dijiya digot ku wateya jiyanê ne armancên mirov gihayiyê ye lê rêyên mirov li pey dikevê ne…  

Lê dema mirov digihe armancê çi diqewime û ew qedirgitina ji hesretê pêk dihat çiqasî demdirêjî ye?

Mirovekî min dema kesek bi armanca betlaneyê ji Almanya biçûya Kurdistanê , herdem heman şîret dikir: „Dema şîva we bû tirşik vegerin. Ji ber tirşik destnîşana wê yekê ye ku êdî qedrê we li wir nemaye…“
Ez hem bi gotinên fîlozofekî bersiva encama dawîhatina hesretê bidim û hem jî dawî li nivîsa vê carê bînim: Xelîl Cîbran dibêje ku hemû tiştê mirov bi awayekî nehênî di bin zilomatiya şevê de vedişêre, wê piştî demekî di bin ronahiya rojê de xuya bike. 

zekiozmen@hotmail.com

About The Author