Kur ji bavê xwe dipirse:
“Bavo, ferqa navbera teorî û pratîkê çîye?”
Bav dibê: “Bisekine ezê niha nîşanî te bidim.”
Bav gazî keça xwe ya 18 salî dike û jêre dibê :
“Heke rojekê em ketin tengasîyê, mirin û mayîna me bi panqunotekê ve girêdayî be, ji bo mayîna vê malê yek ji bo panqunotekê ganekê ji te bixwaze tuyê bidîyê an, na?”
Keçîk dibê:
“Ne tenê namûs ez ê ji bo malbatê canê xwe jî bidim.”
Bav gazî jina xwe dike û heman pirsê jê dike.
Ew jî wek keça xwe bersivê dide.
Bav ji kurê xwe re dibê:
“Te dît, di teorîyê de du panqunotên me çêbûn û di pratîkê de du qahpik.“
Îcar ev jî mesela hinek rêxistin û partîyên me ye. Di teorîyê de zimandirêj in, kes nikare bi wan. Gotin û teorîyên pir xweş dibêjin û dibilînin. Lê gava tê pratîkê bi qasî mûrîyekê (gêrikekê) jî nikarin gav bavêjin.