Îrîna xanim silavek da me

Modela germik û nermik û hevala lîztikvanê navdar Ronaldo Îrîna Şayk, silavek ji dil û kezebê ji me re şand û xwe ji bo xatirê xwendevanên Lotikxanê berda çolê.

irina3

Îrîna ku awirên çavên wê wek derbên tîr û xinceran kûr û dijwar in, yek ji modela herî navdar, seksî û agirpêketî ye. Malxerabê ji horîyên bihuştê bedewtir û ji horîyên cehnemê jî germtir e.

Her çi hikmet be, çi jinek bedew û seksî hebe her xwe li lîztikvanên fûtbolê digirin û xwe di bin wan de digevizînin. Nizanim ne ji ber şîrînbûna pare û malê dinyayê ye, ne jî ji ber xurtbûna lotikên fûtbolgêran e.

Lê çi dibe bela bibe, Îrîna xanim dilê me nehişt, çend maçên germ ji dev û lêvên şekirî ji xwendevanên me re şandin, çend wêneyên xwe yên germ û nerm ji me re kirin diyarî.

Ka lê binerin bê çi dikeve serê we qurban..

irina1

irina2

irina

About The Author