Jina herî seksî, germik û nermik

Kovara „People“ magazîn, her sal jina herî seksî hildibijêre. Ê helbet bi vê hilbijartinê ne tenê jina herî seksî hildibijêre, herweha dil û hinavê zilaman jî diperitîne û doxîna wan şil û pil dike.

Scarlett

Kovara malxerab „People“ magazîn, lotikvana seksî, germik û nermik, tenûrgerm û şekirlêvî Scarlett Johansson wek jina herî seksî û bedew a 2013 an hilbijart.

Lê xwedê heye, Scarlett Johansson jî tê xwarin haaaaaaaa, gava meriv lê dinere, wek îsotên Ruhayê dev û lêvên meriv dişewitîne, hinavên meriv diperitîne, girêza devê meriv 25 metroyan diherikîne û derpî û şerwalên meriv ji ber xwe ve dişemitîne. Malxerabê wek şimamokên Mêrdînê ye, tu ji bêhn û spehîtîya wê têr nabî.

Ê helbet em behsa wan derman, makyaj û himra û bodrayan nakin canim, heke ne ji makyaj û qrêm û sabûnan be, belkî agirpêketê neyê xwarin jî.

Lê dîsa jî me qayîl e heyran. Bi xwedê Scarlettka me bê makyaj jî min bike mêrê xwe ez nabêjim na allahwekîl.

We go çi?

Amerîka

Scarlett1

Scarlett2

Scarlett4

Scarlett6

About The Author