Îcar jî paşûpê li kerê siwar bûn

Partîya hevkarê çepgirên Kemalîst, partîya Tirkîye perest û ne Kurdistanî, partîya parêzerê sînorên Tirkîyê, partîya hezkirîyê ala Tirkîyê, partîya parêzerê fermandarên Ergenegûyê, partîya Kurd ji Tirkan re kirîye xulam, partîya li ser pişta Kurdan dide lotikan ne bes bû, îcar dev avêtîye nirx û rûmetên Kurdistanîyan.

Hûn bawer bikin vê partîyê îcar di golê de rît, lewma gûyê wan ji wan pêştetir dibeze.

el tayip

We qe şerm nekir, we qe fedî nekir we ev pankart da destê xwe û hûn meşîyan!?

Ku hinek Ocalan jî bikin şirîkê El Nusra, wê kêfa we bê?

Di pankartê de, weha dibêje: ’’El Tayib, El Barzanî, El Nusra.. Hûnê di wê xwîna ku we li rojava rijandiye de bifetisin’’.

Ev pankart, mixabin bi nave ‘’BDP Mêrsîn’’ hatiye hildan.

Divê gel vî rûyê we yê reş bibîne û we şermezar bike. Her tişt aşkere ye, hewce nîne mirov şîrove bike ne wilo ?…

About The Author