Ji Dîrokê Çend Mirinên Tirajîkomîk

devliken faruqTê gotin ku helbeskarê çînî Li Po Ay ê ku di sedsala heyştan de jîyaye, rojekê dihere ber çemekî û ziq li şewqa xwe dinêre. Piştî kêlîyekê ka bê çi tê bîra wî û çi hîs dike em nizanin, xwe nagre û dixwaze şewqa xwe himbêz bike. Mixabin himbêzkirina şewqê dibe dawiya emrê wî û di wî çemî de pê digre û difetise…
Îhtîmaleke mezin, Li Po Ay ê helbestkar li dinyaya din wek marmasî jîyana xwe didomîne…

Parêzerê navdar û têra xwe popîler Clement Vallandigham, di 1871 ê de li dahweyekê dinêre. Di wê dahweyê de muwekîl-xwespêrê wî bi kuştina yekî tê darizandin. Parêzer Clement Vallandigham ji bo muwekîlê xwe biparêze, ji dadgehê re dibêje mirî bixwe xwe kuştîye. Pişt re jî ji bo kuştina mirî ya xwebixwe kuştiye îspat bike, bi şaşî radihêle devançeya tijegule û bera xwe dide, xwe dikuje…
Car caran Ezraîl bi bêbextî dine mirov…

trajikirinMezintirîn reqaseya reqsa modern Isadora Duncan di 1927 an de li tirimbêla xwe siwar dibe û derdikeve seyranê. Wek tê zanîn şerpa wê jî qasî wê navdar bûye. Isadoraya me bi kêfxweşî ji hêlekê ve di ber xwe de stranan distirê, ji hêlekê ve jî di serê xwe de di behra fantazîyan de avjeniyê dike. Hest û hîs û mejî lê dibin çeqilmas û ew şerpa wê ya ku qasî wê navdar li tekerê tirimbêlê digere, li stuyê wê diçirçire, dişide. Xanima nermik û germik Isadora di emrê xwe yê herî berhemdar û nîyhandokî de xatir ji fantaziyên xwe dixwaze û li pey Ezraîl dihere. Bi kurt û kurmancî dimre!
Bi şerefa xalê me yî Kermodibo, birakê min Ezraîl ji tahma devê xwe fêhm dike…

Di 1991 ê de Yooket Paenê tayvanî yê 57 salî, li çewlika xwe dimeşe. Ka bê li kîderê dinêre,  pê li rêxa çêlekê dike û diçerixe. Rebeno ji bo nekeve erdê destê xwe davêje têla ceryanê û ceryan pê digre, dimre. Birê wî Yooket Panê 52 salî jî ji bo vê bûyerê ji cîranên xwe re vebêje û rê wan bide, wek ku pê li rêxê dike, xwe dişemitîne û destê xwe davêje têla ceryanê. Ew jî eyn wek birê xwe yî mezin bi qurpikê digre û terikhişkî dibe…
Xwedê Telala kesî şaş neke…
Heke şaş kir, fahş neke…
Piştî ku fahş jî kir berê wî/ê bi kaş veneke…

Ji bo Iskenderê mezin jî hin kes dibêjin bi pêvedana kelmêşekê mirîye, hin kes jî dibêjin ji çavnebarî hingî xwarin xwariye û hey xwariye, zik li xwe kiriye meşk û pê miriye.
Ma bi Xwedê, mirina wî ji ber pêvedana kelmêşekê be jî û ji ber xwarina çavnebarî be jî, heman quzilqurt e û ji fiqurî û ligel mezinbûna navê xwe pir bi nezanî û bi erzanî tevgerîyaye û pê girtiye, miriye…
Heyfa Îskender! Divê wek navê xwe biçûya…
Ev tebhê Ezraîl nexweş e ku mirovên mezin li ber çavê civakê biçûk dike…

Her çiqas qasî ew ên ku li jor me qala wan kir ne navdar be jî, ji bo Sahdê Elo yê berpirsê komela kerên Mêrdînê jî dibêjin, di ser kerê de dil sekiniye û miriye. Hin kes jî dibêjin, na bêbextî û neheqiyê lê nekin, ne ker bû, lê dibe ku hêstir be…

Xwedê Teala mirov ji mirinên hetîketî û bi qebhet bistirîne!

 

 

About The Author