ÇERIXÎN

Li Tirbespîya Amûda Binxetê/Sûrîyê/ jinên filehan ji razana bi mêran re (bi edebî) dibêjin “çerixîn”.

Rojekê qeşê/keşê gundê wan dimire. Ji bajar qeşek din ku Kurmancî baş nizane, Erebmancî/nîv Erebî nîv Kurmancî diaxive, dişînin gundê wan.

Jin û zilamên gund mehê carekê ji bo gunehderxistinê diçin cem qeşê.

Jinek dibê: Ez vê mehê du caran çerixîm.

Yek dibê: Ez pênc caran çerixîm û hwd.

Qeşê nû nizane jin ji ganan re dibêjin çerixîn.

Rêya gund û nava gund gemarî ye, kendûkûr e.

Qeşe jî ji bajêr hatiye û dixwaze rê û kêmasîyên gund bi gundîyan bide çêkirin.

Qeşe ji mixtar re dibêje: Filan rojê gundîyan berhevke emê baxivin.

Gundî dicivin, qeşe dibêje: Rêya gundê me xurabe ye, nava gund gemarî ye, cihê zarok lê bilîzin nîne, hewceye em gundê xwe xweş bikin û paran bidin hev.

Gundî dibên: Ma em dewlet in emê rêya gund bikin asfalt, ma evder bajar e emê cihê lîztika zarokan çêkin û kolanên gund pakij bikin?

Li ser van gotinan qeşe diqehire û dibêje: Spêdê heta êvarî zarok di nava gund de diçerixin, zilam diçerixin, jin diçerixin…

Çawa dibê jin diçerixin, dibe pîqêna gundîyan û dikenin,  mixtar jî dikene.

Qeşe li ser mixtar diqîre û dibê: Mixtar ma tu çima dikenî, nê jina te jî vê mehê du caran çerixî ye….

About The Author